JIN
Hemû Nûçe
-
YJK-E'yê ji bo çalakiya li Parîsê bang kir
Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E), ji bo meşa 12'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir. Meş wê bi wesîleya salvegera 6'an a Komkujiya Parîsê pêk were. -
Sara, Rojbîn û Ronahî li Solothûrnê hatin bibîranîn
Yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, li bajarê Solothûrnê bi çalakiyekê hatin bibîranîn. -
Sara, Rojbîn û Ronahî li gelek navendan hatin bibîranîn
Çalakiyên protestokirinê yên Qetlîama Parîsê didomin. Bi çalakiyên li Fransa, Yewnanistan, Elmanya û Swîsreyê hatin kirin, daxwaza darexandina berpirsên qetlîamê hatin kirin. -
Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin bibîranîn
Li Bajarên Dusseldorf û Frankfûrt ên Elmanya û paytexta Îtalaya Romayê ji bo salvegera 6’an a Qetlîama Parîsê meşên edaletê hatin lidarxistin. -
Qetlîama Parîs: Daxwazên ‘Bila berpirs bên darezandin’ hate dubarekirin
Yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an hatibûn qetilkirin, li Parîsê bi meşek û çalakiyekê hatin bibîranîn. -
Jin li ser gora Sakîne Cansiz hatin cem hev
Jin li ser gora Sakîne Cansiz ku li Parîsê hatibû qetilkirin, hatin cem hev. Di çalakiyê de Leyla Guven jî hate slavkirin. -
'Divê jin ji hêza xwe bawer be'
Dirûnkar Dîdem Arslanoglû dibêje, destê jinê bi huner e û eger bixwaze dikare her karî be. -
'Soza me ji bo Sakîneyan e; azadî wê bi ser bikeve'
KDBH: Jin wê têkoşîna azadî, wekhevî û aştiyê bi ser bixînin. Mîna her serdemê, di vê serdemê de jî wê komploger bi ser nekevin. Wê azadî bi ser bikeve." -
JCA: Em 12’ê Çile li Parîsê hesab bipirsin!
Jinên Ciwan ên Azad (JCA) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em 12’ê Çile bibin bi herzaran Sara, Rojbîn û Ronahî û hesab bipirsin.” -
DAKB: Em bi xurtî tevlî meşa li Parîsê bibin
DAKB'ê bang li gelan û bawermendan kir, bi taybetî jî civaka Elewî ku 12'ê Çileyê li Parîsê tevlî meşa maf û rastiyê bibin. -
TJK-E'yê ji bo meşa 12'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), ji bo meşa proteostoyî ya 12'ê Çileyê li Parîsê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Şerê Sara neqediya, dewam dike...
Jiyana wê bi temamî bi şer û têkoşînê derbas bû. Li dijî bê edaletî, newekhevî, cihêkarî, înkar, êşkencekar, desthilatdar û li hemberî xwe timî têkoşiya. Destpêka sala 2013'an tevî du hevalên xwe hate qetilkirin, lê bîranîna wê hîn zindî ye. -
Ji bo Çaglar Demîrel 26 salan cezayê girtîgehê tê xwestin
Ji bo parlementera berê ya HDP’ê Çaglar Demîrel bi daxwaza ku bila 26 sal cezayê girtîgehê lê wer birîn, doz hate vekirin. -
Newroz Cîzre: Têkoşîna Sara ji bo jinan bû îlham
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Newroz Cîzre got, têkoşîna Sakîne Cansiz ku tevî du jinên Kurd ên şoreşger berî şeş salan hate qetilkirin, ji bo jinan hemûyan bûye çavkaniya îlhamê. -
Jinên Swîsreyî xwe ji bo greva neteweyî amade dikin
Jinên Swîsreyî amadekariyan dikin ku 14'ê Hezîrana 2019'an li dijî newekheviya jin-mêr li qada neteweyî grevê bikin. -
MKGP: Ragihandina azad sala 2018'an jî paşde gav neavêt
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê diyar kir, ku sala 2018'an êrîşên li ser ragihandina azad zêde bûne û daneyên di derbarê rojnamegerên jin de eşkere kirin. -
Jinan li Bonnê bang li CPT kirin: Tavilê bikevin nava tevgerê
Jinên ku li bajarê Bonnê daketin qadan, bang li saziyên Ewropayê kirin ku ji bo berxwedana Leyla Guven û li dijî tecrîda li Îmraliyê bikevin nava liv û tevgerê. -
Jinên di girtîgehê de: Em bi mîrateya Sarayan li ber xwe didin
Leyla Guven û 3 jinên di greva birçîbûnê de bi wesîleya Qetlîama Parîsê nivîsek nivîsandin. Di nivîsê de hate diyarkirin ku paradîgmaya Ocalan pûsûlaya me ye. -
KJK: Jiyana Cansiz rê nîşanî me dide
KJK’ê qetlîama Parîsê ya ku dikeve sala heftan bi hêrs û kîneke mezin şermezar kir. KJK’ê got ku ‘Sakîne Cansiz pêşengeke têkoşîna azadiyê ya jinan e. Bi têkoşîn, berxwedan û jiyana xwe rê nîşanî me dide.” -
Jinan li Den Haagê name ji Guven re şandin
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, ji bo Leyla Guven a li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê name-kart hatin şandin. -
Li Baselê ji bo Guven çalakî hate lidarxisitn
Li Baselê Jinan ji bo piştgirîdayîna Leyla Guven a ku ev 61 roje ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, çalakiyek bêdeng lidarxist. -
Kûrtûlan: Ji bo paşeroja welêt divê bersivê bidin daxwaza Guven
Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûrtûlan bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û got, "Ji bo paşeroja Tirkiyeyê divê bersiv ji daxwaza wê re bê dayin." -
PAJK: Em kujeran nas dikin, ew ê tola wê were stendin!
Koordînasyona PAJK’ê ji ber salvegera Qetlîama Parîsê daxuyanî da û diyar kir ku, “Em kujeran nas dikin û teqez em ê tola wan bistînin.” -
Li çiyayên Kurdistanê gerîlayeke Hindû
Bi rengê xwe, bi devoka xwe ya balkêş û bi dilgermiya xwe balê dikişîne. Gerîlaya ji Hindistanê Jînda Cûdî bang li jinên dinyayê hemûyan kir ku berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. -
Jinên Qutikzer li Parîsê derketin kuçeyan
Li paytexta Fransayê Parîsê bi sedan jinên Qutikzer derketin kuçeyan, xwestin îmajeke nû bidin vê tevgera civakî.