Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin bibîranîn

Li Bajarên Dusseldorf û Frankfûrt ên Elmanya û paytexta Îtalaya Romayê ji bo salvegera 6’an a Qetlîama Parîsê meşên edaletê hatin lidarxistin.

Li bajarê Dûsseldorf ê Elmanyayê ji bo yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibû qetilkirin ‘Meşa Edaletê’ hate kirin.

Çalakiya bi pêşengtiya TJK-E’yê de hate organîzekirin saet 11:00’an ji bo şehîdên Kurdistan û şehîdên şoreşa cîhanê rêz hate girtin û destpê kir.

Di çalakiyê de çelekgeke reş li pêşiya Sefaretxaneya Fransa a li Dusseldorfê hate danîn. Li vir li ser navê Însyatîfa Jinan Nalîn Mûş axivî û diyar ku ku ev 6 sal in dewleta Fransa edalet pêk neaniye. Mûş got heta edalet pêk were wê jin têbikoşin.

Banga tevlîbûn ji bo meşa 12’ê Çileyê bê kirin hate kirin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmayayê li pêşiya Sefaretxaneya Fransa çalakiya edaletê hate kirin.

Di axaftinên li ser navê YJK’ê hatin kirin de hate gotin ku divê berpirs bê nîşandan û hikûmeta Fransa şermezar kir.

Di daxuyaniya li ser navê TJK-E’yê hate kirin de jî hate gotin qetlîama ku 9’ê Çileyê li Parîsê hate kirin li dijî hemû jinan hatiye kirin, hate diyarkirin ku hemû şideta li ser jinan polîtîk in. TJK-E ji bo çalakiya ku wê 12’ê Çileyê li Parîsê bêkirin banaga tevlîbûnê kir.

ROMA

Li patyetxta Îtalya Romayê jî çalakiya edaletê hebû. Çalakî li pêşiya Sefaretxaneya Fransa ya li Roma hate kirin. Kurdistanî û dostên wan ên Fransî jî tevlî çalakiyê bûn û di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin qîrkirin.

Heyeta ku li ser navê girseyê axivî, dosyayek pêşkêşî rêveberên sefaretxaneyê kirin.

Di çalakiyê de berxwedêrên greva birçîbûnê jî hatin silavkirin.

MELBOÛRGNE

Li bajarê Melboûrne yê Avûstûralyayê jî çalakiyeke ya bîranînê hate kirin. Bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîctorîayê hate kirin, hate gotin bi qetlîamê xwestin peyamekê bidin gelê Kurd.

Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku bi vê qetlîamê re gelê Kurd hê zêdetir xwedî li têkoşînê derketiye.

Çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.