PAJK: Em kujeran nas dikin, ew ê tola wê were stendin!

Koordînasyona PAJK’ê ji ber salvegera Qetlîama Parîsê daxuyanî da û diyar kir ku, “Em kujeran nas dikin û teqez em ê tola wan bistînin.”

Di 9’ê Çileya 2013’an de sê jinên şoreşger li Parîsê hatibûn qetilkirin. Koordînasyona PAJK’ê ji ber salvegera qetlîamê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Yek ji damezirînera partiya me PKK’ê Sara (Sakîne Cansiz) û mîlîtanên hêja yên têkoşîna azadiyê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin. Em di salvegera 7’emîn de wan bi hurmet bi bîr tînin. Em diyar dikin ku em kujerên wan nas dikin û em ê tola hevalên xwe bistînin.

Dewleta Tirk a qirker û komploger û rêveberiya Erdogan berpirsên vê sûîkastê ne. Dewleta Tirk a faşîst ya ku li ser navê aştî û çareseriyê planên tasfiyekirina tevgera me ji xwe re kiriye armanc, di wê demê de ya ku Rêbertiya me şansek da aştî û azadiya gelan, ev qetlîam kir. Divê were zanîn ku kesayetiya azadîxwaz û berxwedêr a heval Sara wekî giyanê vê têkoşînê dijî. Ev xet pêşiya wê nayê girtin û di nav gelan de belav bûye.

TÊKOŞÎNA ŞIKANDINA TECRÎDÊ Û HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ

Ji ber ku berpirsên vê qetlîamê nehatine zelalkirin û darizandin ev tişt wê li ser eniya hiqûqa Ewropayê û ya dewletên wê deqeke reş be. Nedarizandina vê sûcdaran tê wateya pişgiriya hêzên ku Kurdan qir dikin û ev tişt cesaret dide dewleta Tirk. Rejîma Erdogan a ku xwe li ser qetlîam û komployan ava kiriye îro jî êrîşî hemû aliyên demokratîk û mûxalif dike. Ji ber qelsiya xwe Erdogan îro bûye êrîşkar. Bi tecrîda li ser Rêbertiya me re, hewl tê dayîn ku îradeya gelê Kurd were teslîmgirtin. Emn jî diyar dikin ku azadiya Rêbertiya me, azadiya jinan e, azadiya Rêbertiya me, azadiya gelan e. Dîktatoriya faşîst ligel hemû hewldanên xwe nikare têkoşîna azadiya gelê Kurd asteng bike.

XWEDÎLÊDERKETINA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ PEYWIREK E

Di şexsê Leyla Guvend e saleke nû ya têkoşînê tê pêşwazîkirin. Hemû rêhevalên me yên ku li zindanan di grevên birçîbûnê de ne şopdarên xeta Sara ne. Di vê serdemê de ya ku faşîzm tehamûlî çalakiyên demokratîk nake em hemû berxwedêrên greva birçîbûnê silav dikin.

Xwedîlêderketina berxwedana li zindanan peywira hemû aliyên demokrat û şoreşger e. Hemû kesên ku li dijî faşîzmê ne, hemû jinên ku mexdûrên vê pergalê ne, divê bibêjin êdî bes e û tevlî vê pêngavê bibin. Divê dengê xwe bilind bikin û bibin parêzvanên demokrasî û azadiyê.

EM DEV JI XETA SERBIXWE BERNADIN

Faşîzma AKP û MHP’ê êrîşî şoreşa jinan a li Rojava dike. Ji ber vê jî parastina şoreşa Rojava tê wateya parastina azadiya jinan. Bersiva me ya ji şehîdên me re ev e ku, em pergala jiyana azad û nirxên wê bi pêş ve bibin. Em tevgereke wisa ne ku, ji xeynî hêza xwe me pişta xwe nespartiya tu hêzên din û me tu carî dev ji xeta xwe ya serbixwe bernedaye. Em ê azadiya gelê xwe pêk bînin.

Em ê li ser xeta rêheval Sara bimeşin.Wê xwe bi berxwedan, şer û têkoşînê ava kiribû. Jiyana rêheval Sara a ku bi têkoşînê derbas bûye tê wateya berxwedan û bidestxistina azadiyê. Divê were zanîn berxwedana ku bi rêheval Sara wate stendiye bûye ya hemû gelan û jinan. Êdî tu kes nikare pêşiya jinan bigire. Niha bi hezaran kes li ser rêya heval Sara ne û bi hezaran jin şervanên wê yên tolhildanê ne. Gelê Kurd û jinên Kurd ew ê hesabê vê qetlîamê bistînin. Em milîtanên Rêber Apo û yên berxwedanê ne. Em şervanên afirandina cîhaneke sosyalîst û azadiyê ne.

Têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya jinên Kurd didome ew ê dawiya dîktatoriyê bîne. Şerê li dijî vê dîktatoriyê peywira sereke ya hemû mirovan e yên ku ji xwe re dibêje ez bi rûmet im. Em bang li hemû jinan û derdorên demokratîk dikin ku divê li hemberî van zextan bêdeng nemînin û pişta berxwederên şoreşa Rojava û berxwedêrên zindanan bigirin ê ku ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin.”