YJK-E'yê ji bo çalakiya li Parîsê bang kir

Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E), ji bo meşa 12'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir. Meş wê bi wesîleya salvegera 6'an a Komkujiya Parîsê pêk were.

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, wê 12'ê Çileyê roja Şemiyê li Parîsê bi meşekê werin bîranîn. Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) der barê meş û mîtînga protestoyî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, di nava 6 salên bihurî de bi milyonan Kurd, enternasyonalîst, femînîst û jinên sosyalîst li her devera dinyayê daketin qadan û Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, wê têkoşîna xwe ya ji bo hesabirsîna ji kujeran bidomînin û hate gotin, "Dibe ku kujer dibêjin, wan hevrê Sara ji aliyê fîzîkî ve ji nava me biriye. Lê belê Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd ku hevala Sara pêşengî jê re kir û îdeolojiya vê tevgerê bala dinyayê dikişînin. ruhê Sara li gelemperiya cîhanê digere û dibe çavkanî ji lêgerîna azadiyê re. Sara bûye nasnameyeke gerdûnî."

Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin, bi taybetî bang li jinan hate kirin ku 12'ê Çileyê bi xurtî tevlî meşa li Parîsê bibin. Her iha hate gotin, "Xebatên dîplomaisya jinê ku di şexsê hevala Rojbîn de bi pêş ket, niha ji Rojhilata Navîn heta Latîn Amerîkayê, ji Ewropayê heta Afrîkayê li herêmeke berfireh belav bûye. Dibe ku kujer dibêjin; wan hevrê Ronahî ji nava me biribin. Lê belê niha bi sedan jin û mêrên ciwan ên enternasyonalîst ji dehan neteweyan berê xwe dane Şoreşa Rojava. Ruhê Ronahî li Rojava ye."

Di dawiya daxuyaniyê de işaret bi greva birçîbûnê ya Leyla Guven hate kirin û ji bo bîranîna şehîdan, xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê bang li her kesî hate kirin ku 12'ê Çileyê li Parîsê tevlî meş û mîtînga protestoyî bibin.