Qetlîama Parîs: Daxwazên ‘Bila berpirs bên darezandin’ hate dubarekirin

Yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an hatibûn qetilkirin, li Parîsê bi meşek û çalakiyekê hatin bibîranîn.

Bîranîna ku ji aliyê TJK-E ve hate organîzekirin weke her salê li gel tevlîbûna jinan îsal jî nûnerên gelek saziyên Fransa tevlî bûn.

Di çalakiyê de Alîkarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Parîsê û namzetê parlementeriyê ya Parlementoya Ewropa ya Partiya Komunîst a Fransa (PCF) Lan Brossat, Koorînatorê Giştî yê Partiya Çep a Fransa (PG) Danîelle Sîmonet, Nûnera Meşa Jinê ya Cîhanê Nelly Martîn, Berdevka Tevgera Aştiyê Edîth Boûlanger, Seroka Tevgera Têkoşîna li Dijî Nîjatperestiyê (MRAP) Rene ke Mîgnot, Berdevka Piştgiriya bi Jinê re Carîne Delahaîe, Seroka France-Kurdistan Sylvîe Jan, Berdevka Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB-Fransa) Eyşe Yûmlî Yeter, Hevberdevka Federasyona Komeleyên Elewî a Demokratîk a Fransa (FEDA) Husniye Kuçukkeleş, Yekîtiya Jinên Demokratîk ên Îran Irene Dnsarî û Hevseroka CDK-F’ê Vedat Bîngol axivîn.

Meşa ku saet 11:30’î ji pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê destpê kir, jinan pankarta bi nivîsa ‘Ev bû 6 sal; berpirs diyar in, edalet di tarîtiyê de ye’ li gel alên wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez û dowîz hatin hildan. Di meşê de çelenga li ser navê Rêberê Gelê Kurd hatibû li rêza pêş a meşê de hate hilgirtin û çelekgên PKK, KONGRA GEL, KCDK-E, TJK-E, TJK-Fransa, Partiya Komunsît a Fransî, Partiya Çep, SOS Recîsme û Perûlû û rêxisina MACADEF’ê hatin hilgirtin.

Meş saet 12:45’an gihişte navnîşana 147 Rûe La Fayette a ku Cansiz, Dogan û Şaylemez lê hatin qetilkirin.

Li vir li ser navê TJK-E’yê Zeyneb Dersim axivî û got: “Ev 6 sal in jinên Kurd ji bo ronîkirina Qetlîama Parîsê têkoşîneke mezin didin. Kujer û berpirs diyar in. Lê hê jî edalet di tarîtiyê de ye. Em gelê Kurd û dostên wan îsal wê li dor çalakiyên grevê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertiya me hatî destpêkirin bibin yek û mezin bikin. Bi têkoşînê em ê bihara gelan ava bikin.”

Seroka Tevgera Têkoşîna li Dijî Nîjatperestiyê Rene le Mîgnot anî ziman ku qetlîam nehatiye ronîkirin. Mîngnot diyar kir ku divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.

Li ser navê Partiya Komunîst a Fransî Lan Brossat diyar kir ku jî neronîkirina qetlîamê ji bo Fransa şermeke.

Seroka Komeleya Kurditan France Slyvîe Jan jî got: “Ev bû 6 sal her sal li ber vî derî ne. Heta dawî wê têkoşîna me bidome. Ji ber ku me soz daye sê jinan.”

Hevserokê CDK-F Vedat Bîngol jî bibîr xist ku divê bi girseyî tevlî çalakiya ku wê 12’ê Çileyê bê lidarxistin bibin, bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir ku tevlî têkoşîna edaletê bibin.

Danîellle Sîmonnet jî bibîr xist ku tevî qetlîamek hatiye kirin lê hê jî edalet pêk nehatiye û got: “Divê Fransa nebe welatê bê cezayan. Ji bo vê wê têkoşîn bidome. 3 jin sembola berxwedanê bûn. Li ser rêya wan, li Rojava berxwedan didome.

Piştî axaftinan û şûnde çalakî bi dirûşman bi dawî bû.