Sûriye li ber rûdanên nû ye

Çareseriyeke Sûriyeyê ya ku xwe dispêre dînamîkên herêmê wê bi kêrî berjewendiyên gelên herêmê bê. Li Sûriyeya ji gelek aktoran, bi her halî wê pêşketinên nû rû bidin. Bi HTŞ'ê re rewşa heyî ya li Sûriyeyê nikare bê dewamkirin.

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Me gelek caran nivîsî û destnîşan kir ku rejîma Esad bi piştgiriya Îran û Rûsyayê bi zorê li ser piyan dimîne. Tirkiye ku ji mirina rejîmeke li ber mirinê serketinê diafirîne, li ser hestê şer ê bi per û bask Pegasûs (Hespekî di mîtolojiya Yewnan de) dibeze. Niha jî sewna Sûriyeyeke cuda dike. Ji ber xweranegirtina li hebûna Kurdan ku weke dijmin dibîne, asta gefxwarina şer bilind dike û dixwaze Rêveriya Xweser bi temamî ji holê rake. Dixwaze yekîneyên xweparastinê yên Rojava bê tasfiyekirin.

Di rewşeke welê de ku kiryarên HTŞ'ê yên li hemberî Elewiyan li pêş çavan e, kuştina mirovan li ber çavan e, êşkenceya li naverastê li ber çavan e û her roj zêde dibe, di demekê de ku gef li Rojava tê xwarin, ferzkirina bêçekbûna yekîneyên YPG û YPJ'ê ji xwe tê wateya tasfiyeyê. Gotina 'Eger Sûriye hal neke ez ê operasyonê bikim' hinceteke erzan e. Hewl dide ku HTŞ şerê li dijî Rêveberiya Xweser bike. Dixwaze bibêje 'Eger HTŞ neke ez ê bikim'.

Nayê zanîn ku xwediyê nû yê Şamê HTŞ hîn çiqasî li ser piyan bimîne û çiqasî karibe serî li ber daxwazên Tirkiyeyê bitewîne. Hêza HTŞ'ê nîne ku karibe her daxwaza Tirkiyeyê bi cih bîne. Nimêja li Mizgefta Emewî, xwarina çay li Çiyayê Kasyûnê, temaşekirina li Şamê li ser girekî dibe ku nîşandaneke baş be; lê belê eşkere ye ku ev kêf û xweşiya HTŞ'ê ya bi Tirkiyeyê re wê her tim bi vî rengî nemeşe. Dibe ku di demeke nêz de jehr bikeve nava vê têkiliya weke hingiv.

Gefên dewleta Tirk ên êrîşê ku timî tê nûkirin û li gel Koalîsyona li dijî HTŞ û DAÎŞ'ê têdikoşe îhtimala operasyoneke leşkerî ya li ser Rojava divê ji nedîtî ve neyê. Hewldanên ji bo jiholêrakirina Rêveberiya Xweser, bêçekkirina hêzên leşkerî û zexta ji bo derxistina kadroyên PKK'ê yên Rojavayî ji Sûriyeyê, avakirina herêma tampon dûrî ji aqil e. Bicihbûna cîhadîstên HTŞ'ê li nava fermandariyên artêşê û hikumeta derbasbûnê ya Sûriyeyê asayî tê dîtin, lê daxwaza absurt derxistina Kurdên welatiyên Sûriyeyê ji Sûriyeyê, bûye hinceteke bingehîn a Erdogan.

Niha nikare bê texmînkirin bê para Tirkiyeyê ya ji pasta Sûriyeyê çiqas e. Ji ber ku dawiya dawî DYE, Yekîtiya Ewropa, Îngilistan, Îsraîl her wiha Siûdî, Misir û gelek welatên Ereb Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin. Her çend nayê zanîn bê Tirkiye wê heta kîjan astê hevkariyê bi xwediyên nû yên Şamê re bike jî pêşdîtinek dikare bê kirin. Eşkere ye ku Tirkiye dixwaze Sûriye di bin kontrola wê de be. Ev yek jî wê bibe Sûriyeyeke welê ku rêxistinên cîhadîst selefî û Îslamî li ser desthilatdariy3e bin. Li bendê bû ku versiyoneke 'Birayên Misilman' ava bike û derfetên vê ji nişka ve bi dest xist. Li Misrê rêveberiya Mûhammed Mûrsî winda kir, lê belê li Sûriyeyê bû xwedî Mûrsî (Ebû Mûyhammed el-Colanî) yê nû û hîn metirsîdar.

Bendewariya Tirkiyeyê û welatên din ên ji bilî Tirkiyeyê pêkanînan li ser Colanî ferz dikin ji hev cuda û li dijî hev in. Çawa ku demokrasî ji DAÎŞ'ê nayê hêvîkirin, bendewariya demokrasiyê ji xwediyên nû yên Şamê jî bendewariyeke vala ye. Avabûna Sûriyeyeke bi dilê hêzên rojavayî li Sûriyeyê pêkan xuya nake. Gotinên, hurmeta li hindikahiyan, xweşbîniya li cihêrengiyan, wekheviya jin û mêr di nava pênaseyên HTŞ'ê de nînin.

Kiryarên li derveyî mirovahiyê yên Elewî lê rast tên, dîmenê kuştina jinan li naverastê nîşan didin bê Sûriyeyeke nû wê bi çi rengî be. Ya balkêş ew e ku hêzên ku Colanî weke rêveberiyeke rewa qebûl dikin û pê re hevdîtinê dikin, haya xwe ji van bûyeran jî heye. Li gel vê yekê dixwazin bi Colanî re bigihêjin astekê, heta bendewariyên wan bi cih bêne anîn hewl didin wî weke amûrekê bi kar bînin Lê belê ev yek rêbazeke mirovî nîne, ji ber ku komkujiyan ji nedîtî ve tên.

Rengê Tirkiyeyê yê li Sûriyeyê diyar e ku li dijî hebûna Kurdan, li hemberî hebûna hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser tevdigere. Hêzên derve yên ji bilî Tirkiyeyê senaryoyên nû ji bo Sûriyeyê xêz dikin, yekane favoriyên wan Kurd e. Ev hêz divê di navbera Kurdan û olperestên tundrew de tercîha xwe bikin. Gelo wê di navbera wan de tercîhê bikin yan jî li lihevkirinekê bigerin, yhan jî li gorî plana Tirkiyeyê ji bo tasfiyekirina Kurdan tevbigerin, ev yek hîn diyar nebûye. Xuya ye mesele li rêveberiya nû ya DYE'yê asê maye.

Tirkiye bi têgihiştina, 'heta serokê nû yê DYE'yê dest bi wezîfeyê bike, ez çi bikim wê ji min re bimîne' ji bo karibe şer bike çi ji dest tê, dike. Êrîşên li ser Rojava giran dike. Dixwaze Pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê bi dest bixe û heta bi Reqayê û Kobanê bixe. Erdogan bi wê yekê ve mijûl e ku nexşeya Rojava ya ku xêz kiriye, gav bi gav bi cih bîne.

Bêguman rêyeke din a ku hesabê wê divê were kirin bandora hevdîtinên dewleta Tirk ên li Îmraliyê li ser Sûriyeyê ye. Çareseriyeke Sûriyeyê ya ku xwe dispêre dînamîkên herêmê wê li gorî berjewendiya gelên herêmê be. Li Sûriyeya ji gelek aktoran wê rûdanên nû biqewimin. Çawa ku mejiyê DAÎŞ'ê û demokrasî bi hev re nabe, bi HTŞ'ê re jî rewşa heyî li Sûriyeyê nikare bê meşandin. Bi HTŞ'ê yan jî bêyî HTŞ'ê planên êrîşa li ser Rojava di dewrê de ne. Eger hêzên navneteweyî êrîşên li ser Rojava nesekinînin, wê neçar bimînin ku di navbera HTŞ-Tirkiye û Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de tercîhê bikin.