Ji bo Çaglar Demîrel 26 salan cezayê girtîgehê tê xwestin

Ji bo parlementera berê ya HDP’ê Çaglar Demîrel bi daxwaza ku bila 26 sal cezayê girtîgehê lê wer birîn, doz hate vekirin.

Dadgeha herêmî li parlementera berê ya Amedê ya HDP’ê Çaglar Demîrel 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîbû. Piştî ev ceza ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê hate xerakirin, dosye şandin Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn. Ji ber ‘qedexeyên derketina derve’ yên li Sûrê ji çar ‘sûc’ên cihê doz li Demîrel hate vekirin û ji bo Demîrel ji 10 salan heta 26 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Dî îddîanameyê de parvekirinên Demîrel ên li ser medyaya civakî û axaftina wê ya li mîtîngan sûc hatiye hesibandin.

Di îddîanameyê de ji bo Çaglar Demîrel ji 10 salan heta 26 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.