Newroz Cîzre: Têkoşîna Sara ji bo jinan bû îlham

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Newroz Cîzre got, têkoşîna Sakîne Cansiz ku tevî du jinên Kurd ên şoreşger berî şeş salan hate qetilkirin, ji bo jinan hemûyan bûye çavkaniya îlhamê.

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Newroz Cîzre têkilî sê jinên Kurd ên şoreşger Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez û yek ji damezirînera PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) ku 3'yê Çile ya 2013'an hatin qetilkirin, axivî.

Cîzre got, "Têkoşîna ku îro didome û ji bo hemû gelan bûye hêvî, ya li dijî dagirker û mêtingeran'' bi têkoşîn û hewldana yek ji qedroya pêşeng ên PKK'ê Sakîn Cansiz hatiye afirandin."

Cîzre got, yek ji armanca ku Cansiz kirine hedefa xwe ew e ku di şexsê wê de pêşengiya jinê û gelê Kurd qels bikin û domand, "Tenê yên ku azadî û heqîqetê di dil û mêjiyê xwe hildigirin dibine hedefa dewletan. Heval Sara jî ji vî alî ve pêşengiyeke bêhempa a têkoşînê kir û ji aliyekî ve sîsika dîroka me vedibêje."

LEYLA GUVEN BÛ ŞOPGERA SARA

Cîzre têkilî greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya wekîla rehîn Leyla Guven dest pê kirî û li hemû cîhanê berbelav bûyî got:

"Ji bo ku ji vê pêvajoyê re bibe bersiv û rê li vê têkoşîna bi rûmet veke, Leyla Guven pêşengî kir. Têkoşîna hevala Sara ji bo hemû jinan bûye îlhama têkoşînê û Leyla Guven jî, bi vê îlhamê, ji bo tecrîdkirina Rêber Apo, ku ji bo azadiya jinê têkoşîneke bêhempa dayî, rabe û şertên wî baş bibin dest bi greva birçîbûnê kiriye. 62 roj li pey xwe hiştine."

NIRXANDINA OCALAN A LI SER KOMKUJIYÊ

Cîzre got, tirsa dewleta Tirk Tevgera Azadiya Jina Kurd û vîna jinê ye û domand, "Rasteqîniya heval Sara, ne tenê di jinên Kurd de, di reşika çavê hemû jinan de, çirûska azadiyê ye."

Cizre wiha dewam kir: "Ti hêza mêr û dewletê wê nikaribe bibe asteng ku jina azad were afirandin" û got, "Rêber Apo têkilî komkujiyê got, 'Di şexsê Sara de ez kirim hedef. Vîna jina azad ku me afirandî bû hedef'. Bi dewamî gotibû, ku ev komkujî parçeyek ji komploya navdewletî ye. Bi şehîdbûna Heval Sara û du hevalên din ên jin komploya navdewletî dîsa rûyê xwe yê bêexlaqiya mezin nîşan daye. Îro ya ku dikeve ser me ew e ku em helwesta Sara nîşan bidin, ev pêvajo, têkoşîn vê hewce dike. Ji ber ku ev karakter karakterê serkeftinê, yê serfiraziyê ye. Em ê bi helwesta heval Sara bi ser bikevin."

TÊKOŞÎNA SÊVÊ, SARAYAN DIDOME

Cizre Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku 5'ê Çile ya 2016'an ji hêla dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bi bîr anî û domand, "Sê jin li Parîsê di demeke nêzî komkujiyê de hatin qetilkirin. Di şexsê Sêvê, Pakîze û Fatma de yên ku ji bo azadiya jinê têdikoşin, pêşengiyê dikin, dikin hedef. Têkoşîna van hevalan jî, bi mîrata ku heval Sara hiştî dimeşe û wê bimeşe."

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Newroz Cîzre herî dawî got, têkoşîna azadiyê ya Sakîne Cansiz li hemû cîhanê berbelav bûye, geş bûye û diyar kir, ew ê bibin şopdarê wê û zêdetir li peywirên xwe xwedî derkevin.