Şerê Sara neqediya, dewam dike...

Jiyana wê bi temamî bi şer û têkoşînê derbas bû. Li dijî bê edaletî, newekhevî, cihêkarî, înkar, êşkencekar, desthilatdar û li hemberî xwe timî têkoşiya. Destpêka sala 2013'an tevî du hevalên xwe hate qetilkirin, lê bîranîna wê hîn zindî ye.

Dawiya sala 2012'an bû. Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG-YJA Starê li gelek herêmên Kurdistanê belav bûbû û artêşa Tirk nikarîbû tevbilive.

Grevên birçîbûnê yên li zindanan, bi çalakiyên piştgiriyê yên li derve derketibûn asta herî bilind. Dewleta Tirk ku li pêşberî tevgera azadiyê ya gelê Kurd û berxwedana gelê xwe tengav bûbû, ji bo li girava Îmraliyê danûstandinan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike, amadekarî dikir.

DEK Û DOLABÊN SALA 2012'AN HATIN GERANDIN

Ji aliyekî ve amadekarî ji bo hevdîtinê dihate kirin, lê li aliyê din Îlona 2012'an Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi hêrseke mezin daxuyaniyek da û Fransa û Elmanya sûcdar kir. Got, "Bi vekirî dibêjim, Elmanya û Fransa alîkariyê nadin me. Serkêşên terorîstan bi hêsanî digerin. Desteka fînansî didin wan. Ka lihevkirina li ser radestkirina sûcdaran?"

Di nava çend rojan de, 1'ê Cotmehê e-maileke balkêş ji Parîsê gihişt ber destê Enqereyê. Dozgerê Fransayê Thîerry Fragnolî di maila xwe de bersiv dida daxuyaniya Erdogan. Serkêşê gelek operasyonên sansasyonel ên li dijî Kurdan Fragnolî di mailê de qala têkoşîna xwe ya li dijî PKK'ê dikir û ji ber sûcdariyên giran ên Erdogan dilgiraniya xwe nîşan dida.

Dozger bi kêfxweşî digot, "Ji sala 2006'an û vir ve welatê ku herî zêde 'milîtanên PKK'yî' lê hatine destgîrkirin, darizandin, mehkûmkirin û girtin, Fransa ye."

Şeş roj piştî vê maîla Fragnolî, 6'ê Cotmeha 2012'an li taxa Montparnesse ya Parîsê, polîsan ji nişka ve avêtin ser kafeyekê û Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Adem Ûzûn destgîr kirin. Her tişt ji berê ve hatibû plankirin, xefik hatibû amadekirin. Ûzûn piştî ku 10 mehan girtî ma hate berdan, lêpirsîn lê hate vekirin têk çû û 9'ê Tebaxa 2013'an hate bedan. Edaleta Fransayê qebûl kir ku der barê siyasetmedarê Kurd de "bi awayekî ne legal delîl hatine komkirin". Ûzûn di heman demê de kesayetekî ku bi navê siyaseta Kurd tevlî hevdîtinên Osloyê bû.

PIŞTÎ OSLOYÊ HEVDÎTINÊN LI ÎMRALIYÊ

Heyeta dewletê ku berê di hevdîtinên Osloyê de bi rêveberên PKK'e re rûniştin, dawiya sala 2012'an li Îmraliyê dest bi hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin. Rêberê Gelê Kurd ji aliyekî ve bi heyeta dewletê re, li laiyê din jî bi Heyeta Îmraliyê ya ji rêveberên HDP û KCD'ê pêk dihat, hevdîtin dikir. Bala her kesî li ser peyamên ji Îmraliyê bû.

Ocalan dixwest, hevdîtinên li Îmraliyê veguherîne zemînekê ji bo çareseriya pirsgirêka KUrd û demokratîkbûna Tirkiyeyê. 3'ê Çileya 2013'an cara yekê heyeteke sivîl diçû Îmraliyê.

KOMKUJIYA KU DI DESTPÊKA HEVDÎTINÊ DE HATE KIRIN

Şeş roj piştî destpêkirina van hevdîtinan, li Parîsê 9'ê Çileya 2013'an êrîşeke bi xwînxwarî hate kirin. Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin.

Di hevdîtina Îmraliyê ya piştî komkujiyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji heyeta dewletê û MÎT'ê re gotinên giran got û xwest, komkujî bê ronîkirin.

Ocalan, Komkujiya Parîsê weke 2. komploya navneteweyî û Komkujiya Dersimê nirxand û got, têkoşîna Sakîne têkoşîna azadiya jinê ye.

Rêveberên PKK û PAJK'ê jî diyar dikirin ku Tayyîp Erdogan û Rêxisitna Îstîxbarata Milî ya dewleta Tirk li pişt komkujiyê ne û eşkere dikirin ku tola vê were hilanîn.

Di serî de li Ewropayê, li gelek bajarên Kurdistanê komkujî bi tundî dihate şermezarkirin.

YÊ TETÎK KIŞAND OMER GUNEY BÛ, YÊ FERMANDA JÎ RÊVEBERÊN ENQEREYÊ BÛN

Yê ku li Parîsê komkujiya hovane kir, kesê bi navê Omer Guney bû. Omer Guney 12 roj piştî komkujiyê, 20'ê Çileyê hate girtin û li Girtîgeha Fresnes a li Parîsê hate bicihkirin.

Di lêpirsîna dozgeriya Fransayê de bi her awayî bal diçû ser Enqereyê. Di lêpirsînê de gelek agahî derketin holê. Doza li ser Komkujiya Parîsê destpêkê diviyabû Kanûna 2016'an dest pê bikira. Lê belê ji ber sedemeke ku nehate eşkerekirin, ji bo 23'ê Çileyê hate taloqkirin. Rûniştin wê heta 24'ê Sibatê dewam bikira.

MIRINA BI GUMAN A KUJER OMER GUNEY

Ji nişka ve agahiyeke mirinê ji wê girtîgehê hat. Hate gotin, Omer Guney 17'ê Kanûna 2016'an li nexweşxaneyeke li Parîsê miriye. Halbûkî heta wê çaxê ti daxuyaniyek nehatibû dayin ku rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bûye.

Piştî mirina bi guman a Guney, doz di pratîkê de betal bû. Li pey xwe jî gelek pirs hişt. Ya ku guman û pirs li ser tinebû, têkiliya Guney a bi îstîxbarata Tirk re bû. Di gilînameyê de ev yek bi awayekî vekirî hatibû tespîtkirin.

Doz di pratîkê de hatibe girtin jî ji bo parêzerên malbatên her sê şoreşgeran, ji bo gleê Kurd û PKK'ê doz neqediya bû.

OPERASYONA TOLHILDANA ŞOREŞGERÎ

4 sal piştî komkujiyê, Tebaxa 2017'an du rayedarên payebilind ên MÎT'ê ku ji aliyê gerîla ve hatin girtin, li ser Komkujiya Parîsê agahî dan. Careke din piştrast kirin ku li pişt komkujiya Parîsê, Enqere heye.

Yek ji rayedarên MÎT'ê yên bi Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Ş. Sakîne Cansiz de hate girtin, Serokê Daîreya Karên Cihêkariya Etnîkî ya li nava Welêt ê MÎT'ê Erhan Pekçetîn bû. Pekçetîn Çileya 2018'an li xwe mikur hat û li ser komkujiya Parîsê ev agahî da:

"Qeyda deng heye ku li înternetê hate weşandin. Dema ku min li wî dengî guhdarî kir, min fêhm kir ku operasyon ji aliyê sê personelên me; serokê daîreya EBF a derveyî welat Ûgûr Kaan Ayik, midûrê şûbeya operasyonê ya wê daîreyê Ogûz Yuret û personelê wê şûbeyê Ayhan Oran ve hatiye plankirin û bi cih hatiye anîn. Ji ber ku min ji dengê wan ew nas kir. Bi personelekî agahîgirtinê yê bi navê Omer Guney, li oteleke li Enqereyê hevdîtin hatiye kirin. Qeyda deng a li otelê hatiye girtin.

Nota daxwaznameyê divê bigihêje heta musteşar. Musteşar jî ji Serokkomar dipirse. Ne bawerim ku bi tena serê xwe biryarê bide. Ji ber ku mijarên welê ne ku dikare rê li ber pirsgirêkên navneteweyî veke. Payeya wan her sê kesan piştre di demeke kin de hate bilindkirin."

Rêveberê Çavkaniyên Mirovan ên li hundir û derve yê MÎT'ê Ayhan Gunel jî ku di operaysona HPG'ê de hate girtin, navên di Nota daxwaznameyê de cih digirtin, wiha piştrast kiribû:

"Îmzeya bi O. Yuret cih digire, ya Ogûz Yuret e. Ogûz Yuret niha serokê daîreya Wanê ye. Wê wextê midûrê şûbeya operasyonê bû.

Û. K. jî Ûgûr Kaan Ayik e. Niha Serokê Karên Taybet e. Wê wextê serokê daîreya EBF bû (Karên Cihêkariya Etnîkî).

S. Asal jî Sabahattîn Asal e. Niha Alîkarê Musteşarê Îstîxbarata Stratejîk e. Wê demê Alîkarê Serokê Daîreya Karên Cihêkariya Etnîkî bû.

Îmzeyên di nota daxwaznameyê de cih digirtin, ên van e."

HÊRSA BÊ DAWÎ Û LÊGERÎNA LI EDALETÊ

Li gel belgeyên derketin holê û mikurhatinên rayedarên MÎT'ê jî, ji bo tespîtkirina kesên ferman dane û li pêşberî dadgeriyê werin darizandin, ji aliyê hiqûqî ve hîn gavek nehatiye avêtin.

Lê belê ji roja komkujî bûye û vir ve hêrsa Kurdan qet bi dawî nebûye. Tevgera azadiyê ya Kurd, gelê Kurd û dostên Kurdan bi salan e li edaletê digerin.

Jinên Kurd ku têkoşîna Sakîne Cansiz dewr girtine, li ser bingeha gotina Ocalan ku digot "Têkoşîna Sakîne azadiya jinê ye", hewl didin li cîhanê têkoşîna azadiyê bilind bikin û ji jinên cîhanê hemûyan re bibin mînak.