Jinên di girtîgehê de: Em bi mîrateya Sarayan li ber xwe didin

Leyla Guven û 3 jinên di greva birçîbûnê de bi wesîleya Qetlîama Parîsê nivîsek nivîsandin. Di nivîsê de hate diyarkirin ku paradîgmaya Ocalan pûsûlaya me ye.

Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven li hemberî tecrîda li Îmraliyê 62 roj in di greva birçîbûnê de ye. Di heman demê de ji bo rakirina tecrîdê li 6 girtîgehan 30 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine û ev çalakiya wan di roja 24’an de didome.

Leyla Guven, rojnameger Kîbriye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya yên ku li Girtîgeha Tîpa E’yê ya Amedê greva birçîbûnê didomînin, ji bo Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, nivîsek nivîsandin.

‘PARADÎGMAYA RÊZDAR OCALAN PÛSÛLAYA ME YE’

Nivîsa 4 çalakgeran wisa ye:

“Em li zindana Amedê bi dehan jinan dixwînn, dimeşin û diaxivin. Li wî cihê ku 30 sal berê Sakîne Cansiz lê xwendiye, meşiyaye û axiviye. Em dixwazin tifî rûyê celadê xwe bikin. Çawa ku rêheval Sakîne tif kiribû û em dixwazin her kêlîka xwe bikin şer. Di vê rêwîtiya berxwedanê ya dirêj de, rêya me têkoşîna azadiyê ya jinan e. Paradîgmaya rêzdar Ocalan ji bo me pûsûla ye. Ev têkoşîna me ew ê her dem bidome. Nirxên me yên berxwedanê yên dîrokî Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan di 9’ê Çileyê de hatin qetilkirin. Di van qetlîaman de gelek hate kuştin. Bi ser de berê çekên xwe dan ser Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar.

Li hemberî feraseta ku ev qetlîam pêk anî, êşa jinên Kurd berxwedanên nû ava kir. Agirê ku ava bûye, bênavber geş dibe. Berxwedana ku li zindana Amedê hatibû destpêkirin, îro bûye agirê berxwedanê ya ku me ji Sakîneyan stendiye.

‘JIN NEBE, JIYAN ÇOL E’

Jin pîvana berxwedan û azadiyê ne. Jin ji bo pêşveçûna welatan nîşaneyeke girîng e, ev tişt ji bo tevgerên siyasî, çandî û aborî jî lê ye. Avadaniyên mêrsalar ên di her serdema dîrokê de ji bo ku karibin feraseta xwe bidomînin, qetlîam kirine.

Tunekirina jinan tê wateya ku avadaniya siyasî, çandî, ekonomîk a civakî bikin cangoriya ferasetên paşverû. Tê wateya ku jiyan bibe çol.

Jin ên ku civakî bilind dikin, nebûna wê jiyanê dike çol. Hebûna jinan dibe ewrên ku baranê li her dera cîhanê dibarîne. Heval Sara bi têkoşîna xwe baran li ser cîhana me ya bejî û hişk barand. Mîsyona pêşengtiyê ya geşkirin û mezinkirina berxwedanê bi layiqî bi cih anî. Em jî heta ku daxwazên me yên mafdar werin bicihanîn, bi mîrateya berxwedana ku ji me re hatiye hiştin, em vê têkoşînê didomînin.”