Sara, Rojbîn û Ronahî li gelek navendan hatin bibîranîn

Çalakiyên protestokirinê yên Qetlîama Parîsê didomin. Bi çalakiyên li Fransa, Yewnanistan, Elmanya û Swîsreyê hatin kirin, daxwaza darexandina berpirsên qetlîamê hatin kirin.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîs Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez bi çalakiyekê ya ji aliyê Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan ve hate bibîr anîn.

LAVRÎO: Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê jî bi pêşengtiya jinan Cansiz Dogan û Şaylemez hatin bibîranîn. Di bîranînê de li gel hildana wêneyên her sê jinên têkoşer ên Kurd posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate hildan. Di axaftinên hatin kirin de soza wê girêdayî têkoşîna wan bin hate dayîn.

HÎLDESHEÎM: Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê jî Cansiz, Dogan û Şaylemez bi çalakiyekê hatin bibîranîn. Di çalakiyê de bal hate kişandina ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdê, azadî û tenduristiya Ocalan.

ZURÎH: Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Bêrîtan bi çalakiyekê Qetlîama Parîsê hate protestokirin. Di çalakiya li pêşiya Sefaretxaneya Fransa hate kirin de, çelengek reş hate danîn. Di çalakiyê de daxwaz ji dewleta Fransa hate kirin ku berpirsên qetlîamê diyar bikin û dadgeh bikin hate xwestin.

LÛZERN: Li Lûzernê jî bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalekiyeke ya bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de sînevîzyoneke li ser her sê jinên têkoşer ên li Parîsê û sê jinên siyasetmedar ên li Silopiyayê şehîd bibûn hate nîşandan. Di bîranînê de li ser navê aktivîstên TJK-E û Meclîsa Jinan axaftin hatinkirin. Her wiha li bajarên Lozan, Basel û Bernê yên Swîsreyê jî çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin.