TJK-E'yê ji bo meşa 12'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), ji bo meşa proteostoyî ya 12'ê Çileyê li Parîsê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

TJK-E'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, jinên Kurd, gel û dostên Kurdan 6 sal in bi daxwaza edaletê û cezakirina sûcdaran bang li dewleta Fransayê dikin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, 9'ê Çileya 2013'an birîneke kûr û giran li dîroka Kurdan vekiriye û hate gotin, "Sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li paytexta Fransa Parîsê bi xwînxwarî hatin kuştin.

Ji roja destpêkê ya komkujiyê ve gelê Kurd diyar kir ku ev komkujiya siyasî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin. Bi belgeyên piştre derketin holê û daxuyaniyên hatin dayin, ev yek piştrast bû. Lê belê dewleta Fransayê bi helwesta xwe bû sedem ku hêzên fermana komkujiyê dane neyên eşkerekirin, neyên darizandin, dosya bê girtin, edalet di nava tarîtiyê de bimîne û berpirsyar bê ceza bimînin.

Jin û gelên Kurd 6 sal in daxwaza edaletê dikin. Heta ku berpirsyar werin cezakirin wê têkoşîna me bidome. Qetilkirina 3 jinên Kurd ên şoreşger beriya her tiştî êrîşek li dijî Kurdan hemûyan û jinan e."

Di daxuyaniyê de bi navê TJK-E û gelê Kurdistanê yê li Ewropayê, her sê şoreşgerên Kurd bi rêzdarî hatin bîranîn û hate gotin, "Wan xwestin me bi kuştinê, bi komkujiyan qir bikin û ji holê rabikin. Lê têkoşîna me her mezin dibe, dibe hêvî ji bindestan, gelan û jinan re. Hevrê Sakîne piştî şehadetê gerdûnî bû.

Berxwedana ku hevrê Sakîne li zindana Amedê da, niha ji aliyê Leyla Guven ve li zindana Amedê dewam dike. Greva birçîbûnê ya ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, pêl bi pêl mezin dibe. Daxwaza Leyla Guven daxwaza jin û gelê Kurd e. Em Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê silav dikin û xwedî li têkoşîna wan derdikevin."

Di dawiya daxuyaniyê de, ji bo pêkhatina azadî, wekhevî, aştî û edaletê, ji bo geşkirina têkoşîn û berxwedanê bang li gel û dostên gelê Kurd hate kirin ku 12'ê Çileyê li Parîsê bin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Wê ji komeleyên me hemûyan ên li Ewropayê otobus bi rê bikevin û berê xwe bidin Parîsê. Gelê me ji bo dema birêketina otobusan û cihê wan, serî li komeleyên me bide."