Li Baselê ji bo Guven çalakî hate lidarxisitn

Li Baselê Jinan ji bo piştgirîdayîna Leyla Guven a ku ev 61 roje ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, çalakiyek bêdeng lidarxist.

Li bajarê Swîsre Baselê bi armancca piştgirîdayÎna Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leylga Guven jinan çalakiyek bêdeng lidarxist.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî li pêşiya Parlamentoay Kantona Bernê hate lidarxistin. Jinan banda reş li devê xwe pêçandin û bêdengiya CPT, Konseya Ewropa û Parlamentoay Ewropya ya li dijî tecrîdê protesto kirin.

Di çalakiyê de pankarta “Dayikek, jinek, parlamenterek, qasida aştiyê ev 61 roje li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye” hate rakirin û çalakî saetêkê dom kir. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

Çalakiya jinan wê sibê jî were lidarxistin.