Jinan li Bonnê bang li CPT kirin: Tavilê bikevin nava tevgerê

Jinên ku li bajarê Bonnê daketin qadan, bang li saziyên Ewropayê kirin ku ji bo berxwedana Leyla Guven û li dijî tecrîda li Îmraliyê bikevin nava liv û tevgerê.

Li bajarê Bonnê yê Elmanyayê, jinan çalakiyek li dar xistin û bal kişandin ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven.

Çalakî li Munster Platzê pêk hat û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

'TAVILÊ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ'

Qisekeran bi bîr xistin ku Guven 62 roj in di greva birçîbûnê de ye, rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bûye û di serî de CPT bang li Konseya Ewropa û Parlamenta Ewropayê kirin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Jin û Kurdistaniyên tevlî çalakiyê bûn, ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî dirûşm qîriyan.

Jinan diyar kirin, heta ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe wê çalakiyên xwe bidomînin.