Li çiyayên Kurdistanê gerîlayeke Hindû

Bi rengê xwe, bi devoka xwe ya balkêş û bi dilgermiya xwe balê dikişîne. Gerîlaya ji Hindistanê Jînda Cûdî bang li jinên dinyayê hemûyan kir ku berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê.

Şer çarenûsa erdnîgariyê diguherîne. Mirovahî û zindiyên li ser wê erdnîgariyê jî bi şer re çarenûsa wan tê guhertin. Şerê ku rê li ber komkujî, sirgûn, mirin û qirkirinê vedike, her wiha dibin sedema trajediyan ku bi sedan salan bidomin. Ji ber şerê demdirêj ê navbera Pakîstan û Hindistanê, bi deh hezaran Pakîstanî û Hindistanî neçar man cih û warê xwe biterikînin û berê xwe bidin herêmên cuda yên dinyayê. Rewşa aloz a li vê herêmê, car carna xwe rû dide, lewma qet dawî li pêla koçberiyê nayê. Koçberên Hindistanî û Pakîstanî, li herêmên ku koçî wan deveran kirine, çanda xwe jî bi xwe re. Di heman demê de dikevin bin bandora çandên wan herêman jî. Mîna jineke ciwan a bi navê Jînda Cûdî ku li çiyayên Kurdistanê em lê rast tên.

SOHBETA BI GELEK ZIMANAN

Gerîlaya YJA Starê Jînda Cûdî bi reng û devoka xwe yekser balê dikişîne. Jînda Cûdî ji Hindistanê ye. Hîn nû hînî Kurdî dibe û dema ku nikare xwe bi Kurdî îfade bike, vê carê zimanekî din ê herêmê; Erebî dikeve dewrê.

Malbata wê ji ber şerê navbera Pakîstan û Hindistanê, destpêkê koçî Minbicê kir û piştre jî berê xwe da Tirkiyeyê. Piştî ku wextekê li Tirkiyeyê man, koçî Şamê kirin.

PKK LI ŞAMÊ NAS KIR

Dema ku li Şamê bû PKK nas kir û tevlî bû. Jînda Cûdî dibêje, "Ez ji hevalên li vê derê hînî berxwedan û têkoşînê bûm. Mirov li van çiyayan tiştên ku li devereke din a dinyayê nîne dibînin. Artêşbûna jinê gelekî girîng e û em bi qîmetê wê zanibin. Divê em minetdarê Rêber Apo bin."

Jînda Cûdî dibêje, "Piştî ku tevlî nava refên PKK'ê bûm, derfetên min çêbûn ku Rêber Apo baştir nas bikim. Êdî baweriya min a bi Rêber Apo re ku wê jinê azad bike, mezintir bûye."

CIH Û WARÊ JINÊN BINDEST

Jînda Cûdî, çiyayên Kurdistanê weke cih û warê jinên bindest bi nav dike û bang li jinan hemûyan dike ku berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. Jinên ji hemû gelan dawet dike ku di çarçoveya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi hev re bimeşin. Jînda Cûdî di serî de neteweyên bindest ên li Rojhilata Navîn daxwaza jiyaneke biratiyê ya gelan hemûyan dike û dibêje, "Têkoşîna me dermanê gelên bindest hemûyan e."

HEWL DIDE HÎNÎ KURDÎ BIBE

Jînda Cûdî bi bîr dixîne, li gel zext û komkujiyan jî Kurdên ku xwe bi felsefe û paradîgmaya Ocalan xemilandine û birêxistin kirine, ne dest ji zimanê xwe berdane, ne jî çanda xwe. Jînda Cûdî bi dewamî dibêje, "Em ji bo dinyayeke ji pir ziman, pir çand, pir bawerî û pir rengî têdikoşin. Bi zimanên Kurdî û Hindî gelek gotin nêzî hev in. Hewl didim xwe hînî Kurdî bikim, lê belê pirsgirêka min a ziman nîne. Em cudahiyê naxin navbera zimanan. Ji ber ku felsefeya Rêber Apo gelekî bandor li min kir, ez tevlî nava refên têkoşînê bûm."

Jînda Cûdî balê dikişîne ser jiyana li çiyê, têkiliyên hevrêtiyê û wiha dewam dike: "Ez hêzeke gelekî xurt a jiyanê ji hevrêtiyê werdigirim. Em bi hev re têdikoşin. Her tişt ji bo me qadeke perwerdeyê ye. Mirov li van çiyayan gelek tiştên ku di nava sîstemê de hînî mirovan nakin, dibînin û zana dibin."

DIVÊ DIJMINÊN KURDISTANÊ ÊDÎ JI VÊ XAKÊ BIÇIN

Jînda Cûdî tîne ziman ku ew gotina "Divê jin berê xwe bidin çiyayên azad" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng dibîne û wiha dewam dike: "Bila dijminên Kurdistanê zanibin, ev çiya bi jinên ku bi banga Rêber Apo rabûne ser piyan, tijî ne. Divê dijminên Kurdistanê êdî ji vê xakê biçin. Bi dagirkirin û qirkirinê nikarin tiştekî bi dest bixin. Ji ber ku ev der xaka Kurdistanê ye û gerîlayên wê jî wê parastina wê bikin."

BANGA LI JINAN

Jînda Cûdî diyar dike, her ku rêxistinbûna jinê xurt dibe, tundiya li jinê jî zêde dibe û dibêje, "Jin şoreşê pêk tînin, hêza xwe û hezkirina xwe tevlî şoreşê dikin. Jinên ku di nava sîstemê de bêhn lê çikiyane, ji bo dîtina ruhê fedayî, azadiya jinê, rêxistinbûna jinê û hêza jinê ya li vê derê, divê bên vê derê."