Jin li ser gora Sakîne Cansiz hatin cem hev

Jin li ser gora Sakîne Cansiz ku li Parîsê hatibû qetilkirin, hatin cem hev. Di çalakiyê de Leyla Guven jî hate slavkirin.

Endamên TJA'yê li ser gora yek ji jinê şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz ku 9'ê Çile ya 2013'an li Parîsê hatibû qetilkirin hatin cem hev û li ser gora Cansiz bernameyeke bîranînê çêkirin.

Di çav çalakgeran de parlamentera Amedê ya HDP'ê Semra  Guzel, Dersim Dag û aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokhan û Rêxistina Bajêr a Dersimê hazir bû.

'BI PLANEKE NAVNETEWÎ HATIN QETILKIRIN'

Guzel di bîranînê de axivî. Guzel got her sê jinên Kurd ên şoreşger ku li Parîsê bi hovene hatin qetilkirin dildarê têkoşînê bûn, ew ê wan di dilê xwe de û têkoşînê bidin jiyîn û got, ''Komkujiya Parîsê siyasî ye. Bi planeke navnetewî hatiye kirin.''

BAL KIŞANDE SER ÇALAKIYA LEYLA GUVEN

Guzel her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi bîr xist û got, ''Leyla Guven got, heta ku daxwazên wê bi cih werin wê çalakiya xwe bidomîne. Sakîne giyanê xwe yê ku teslîmbûnê nizane, azaweriya li azadî û têkoşînê ji me re mîrat hiştine. Destê xwe li kû dabin li wir ji me re şopek hiştine.''

'PÊŞENGÎ KIRIN'

Aktîvîsta TJA'yê Leyla Guven jî komkujiya Parîsê û Sîlopyayê ya li ser jinên Kurd şermezar kir û got, ''Sakîne di serî de li Rojhilata Navîn, pêşengiyê ji jinên cîhanê re dikin. Ên ku ser komkujiyê ronî nekirine dîsa şermezar dikim. Heta ku komkujî neyê ronîkirin, dewletên navnetewî wê di rûpelên dîrokê de neyên jibîrkirin.''

Gokkan çalakiya Leyla Guven ku mîrata Sakîneyan wergirtiye, slav kir.

Piştî axaftinan li ser gora Sakîne Cansiz qerefîl hatin danîn, çira hatin vêxistin.