MKGP: Ragihandina azad sala 2018'an jî paşde gav neavêt

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê diyar kir, ku sala 2018'an êrîşên li ser ragihandina azad zêde bûne û daneyên di derbarê rojnamegerên jin de eşkere kirin.

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser êrîşên AKP'ê yên li ser çapemeniyê. 

'XEBATKARÊN RAGIHANDINA AZAD PAŞDE GAV NEAVÊTIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, bi polîtîkayên AKP’ê yên êrîşê re cezayên li weşanan hatin, êrîş û gefên li rojnamegeran hatin xwarin, zêde bûne û wiha hat gotin: 

"Nêzîkatiya li dijî rojnamegeriyê ya şikandina rûmetê, ji hêla pîşeyî ve nayê pejirandin. Sîxurî li me tê ferzkirin. Erka rojnamegeran ew ku rastiya derxînin holê, ne ew e ku sîxurtiyê bikin. Ev ferzkirin şerma desthilatdarî û ya mirovahiyê ye. 

Di vê dema bihurî de sazî û rojnamegerên ku nekarî radest bigirin û bixin xizmeta xwe ya şerê taybet, bi derstgîrkirin û girtinê gef li wan hatiye xwarin û bi vî awayî xwestine bêdeng bikin û bigihên encamê. Lê belê van zextên wan nekariye li çapemeniya azad gav paşde bide avêtin, berevajiyê wê baweriya wan zêdetir li karê wan hatiye.

Çapemeniya Azad, ti carî li cem serdestan cih negirt, her tim li cem bindest û berxwedêran sekinî û wê ev her tim jî wisa be."

'DIVÊ ZIMANÊ NÊRZA NEYÊ BIKARANÎN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di dejenerebûn, rizandin, tirs û dûrketina nirxên civakî de divê ew jî para xwe bibînin û hate gotin, "Divê em di nûçe û xebatên xwe de zimanê nêrza, zimanê ku tundiyê rewa dike, jinê tune dihesibîne; di bûyerên tacîz, tecawûz û komkujiyan de zimanê ku zilam mafdar dibîne bikar neyne û ev nayê qebûlkirin jî."

Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku vebûna Jin TV'yê destkeftiyek e. 

SALA 2018'AN ÊN HATIN GIRTIN

MKGP’ê ev agahî parve kirin:

"Sala 2018’an rojnamegerên jin ên hatin girtin:

* Seda Taşkin

* Ozlem Seyhan

*Kibriye Evren

*Reyhan Hacioglu

*Hicran Urun

*Pinar Tarlak 

*Ece Sevim Ozturk 

*Pinar Gayip

*Semiha Şahin 

*Tuba Bulut

*Reyhan Çapan

*Serpil Unal

*Songul Yucel

ROJNAMEGERÊN JIN ÊN GIRTÎ

Rojnamegerên jin ên di girtîgehên Tirkiyeyê de girtî:

1. Leyla Yildiz, Xebatkara rojnameya Ozgulukçu Demokrasî

2. Asli Ceren Aslan, gerînendaya Ozgur Gelecek

3. Ayşe Nazli İlicak, nivîskara rojnameya Yarina Bakiş 

4. Burçin Dokgoz, nûçegihana Çorumê ya berê ya Zaman û Cihan

5. Ceren Taşkin, Hatay'in Sesi

6. Gurbet Çakar, kovara jinê ya Hêvî 

7. Hanim Buşra Erdal, nûçegihana berê ya Zamanê û nivîskar

8. Hatice Duman, xwediyê rojnameya Atilimê û gerînendeya wê

9. Hicran Urun, editora rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi 

10. Îsmînaz Temel, editora ETHA’yê

11. Meltem Oktay, DÎHA

12. Mizgin Çay, Radyo Karacadag

13. Pinar Gayip, nûçegihana ETHA’yê

14. Reyhan Çapan, gerînendeya Ozgur Gundemê

15. Reyhan Hacioglu, edîtora Ozgurlukçu Demokrasi 

16. Seda Taşkin, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê

17. Semiha Mete, Ozgurlukçu Demokrasi

18. Semiha Şahin, edîtora ETHA’yê

19. Zehra Dogan, editora JINHA’yê

20. Tuba Bulut, rojnameya yeni yaşam 

21. Kibriye Evren, editora JinNews’ê 

22. Ozlem Seyhan, edîtora Azadiya Welat 

23. Neval Aydin, xebatkara Azadiya Welat

24. Sibel Mustafaoglu, xebatkara Azadiya Welat 

25. Ayşenur Parildak, nûçegihana rojnameya Zamanê 

BINPÊKIRINÊN MAFAN

Sala 2018’an binpêkirinên mafan ên ku rojnamegerên jin lê rast hatine:

*13 Rojnamegerên jin hatin girtin.

*6 Rojnamegerên jin hatin berdan.

*12 Rojnamegerên jin ceza girtin.

*3 rojnamegeran ji 6 dozan bi giştî hatin darizandin û ceza girtin.

*58 Rojnamegerên jin hatin darizandin.

*2 Rojnamegerên jin hatin beratkirin.

*40 Rojnamegerên jin hatin destgîrkirin.

*Li 2 rojnamegerên jin ajantî hat teklîfkirin

*2 Rojnamegerên jin li ser tevna civakî û bi telefonên gef li wan hat xwarin. 

*Polîsan di ser buroya Jin News’ê de girtin û girteka serdegirtinê jî nehat girtin. 

WEŞANÊN HATÎ AVAKIRIN

Saziyên weşanê yên jinan ên hatî avakirin

*8’ê Adarê Jin TV ku hemû xebatkarên wê jin in hat avakirin

*Woman TV hat avakirin.