KJK: Jiyana Cansiz rê nîşanî me dide

KJK’ê qetlîama Parîsê ya ku dikeve sala heftan bi hêrs û kîneke mezin şermezar kir. KJK’ê got ku ‘Sakîne Cansiz pêşengeke têkoşîna azadiyê ya jinan e. Bi têkoşîn, berxwedan û jiyana xwe rê nîşanî me dide.”

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya salvegera Qetlîama Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Qetlîama Parîsê ya ku dikeve sala heftan, em careke din diyar dikin ku em bi kîn û nefret û hêrseke mezin wê şermezar dikin. Em bi hurmet rêheval Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr tînin. Di heman demê de em siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir bi bîr tînin ên ku di 4’e Çileya 2016’an de li Silopiyê ji aliyê dewleta Tirk hatin qetilkirin.

RÊBER APO KIRIBÛN HEDEF

Em baş dizanin ku dewleta Tirk a faşîst dijminatiya jinan dike. Dewleta Tirk jinên berxwedêr qetil dike. Jinên ku li Parîs û Silopiyê hatin qetilkirin, emrê xwe dabûn têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Rêheval Sakîne Cansiz li hemberî pergala êşkenceyê ya dewleta Tirk bi berxwedana xwe ya li zindana Amedê, bandoreke mezin li ser jinên Kurd kiribû. Têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya rêheval Sakîne Cansiz hate destpêkirin, karakterekî gerdûnî wergirt. Dewleta Tirk bi qetilkirina Sakîne Cansiz hewl da ku jinên Kurd bi paş ve gavan biavêjin. Di heman demê de armanca dewleta Tirk ev bû ku têkoşîna azadiyê ya jinan têk bibe ya ku Rêber Apo digot ‘xebata min a herî bi qîmet e.’

JI BO FRANSAYÊ DEQEKE REŞ E

Qetlîama Parîsê ya di 9’ê Çileyê de bi fermana serokwezîrê wê de mê R.T. Erdogan, bi koordînatoriya MÎT’ê û bi xebatkarê gladyoya Tirkan Omer Guney hatiye kirin. Piştre têtikkêş Omer Guney bi awayekî gumanbar miriye û şahidiya vê bazariya qirêj ji holê hatiye rakirin. Qetlîama Parîsê ji bo dewleta Fransayê qetlîamake wisa ye ku hê nehatiye zelalkirin. Heta ku Qetlîama Parîsê neyê zelalkirin ev bûyer wê li ser eniya dewleta Fransayê deqeke reş be. Em careke din bang li dewleta Fransayê dikin ku divê hemû aliyên vê qetlîamê zelal bike û kesên ku di vê qetlîamê de rol stendine, wan deşîfre bike.

LEYLA GUVEN NÎŞANEYA ÇANDA BERXWEDANÊ YA SAKÎNE CANSIZ E

Em di dem û pêvajoyeke welê de ne ku dişibe êrîş û komkujiya 9'ê Çileyê. Êrîşên li ser Rêber Apo û li dijî Rojavayê Kurdistanê weke hev in. Polîtîkayên heyî nîşan didin ku dixwazin komploya navdewletî bidomînin. Em, hevrê û şagirtên Sakîne Cansiz dibêjin; em ê bi erk û berpirsyariya xwe ya têkoşînê rabin û bi afirandina jiyana azad a jinan bersivê bidin bîranîn û mîrateya hevrêyên xwe ku rêwî û lêgerînerên rastiyê bûn. Li dijî komployê û hêzên komploger, jinên ku li ser xeta hevrê Sakîne Cansiz dimeşin û li ber xwe didin, bi rola pêşengiyê radibin. Çalakiya Leyla Guven ku nîşaneya çanda berxwedanê ya hevrê Sakîne Cansiz e, ispat dike ku ev ruh nemiriye. Di rewşa heyî de, bi helwest, wêrekî û berxwedêriya hevrê Sara bersiv ji tecrîdê û her şêweyên êrîşê re dikare bê dayin. Tenê bi vî rengî Rêber Apo dikare azad bibe û hesab ji kujerên jinan bê pirsîn.

Kujeran careke din xwe şaş kirin. Hevrê Sara êdî bûye temsîl, kesayet û nasnameya pêşeng a gerdûnî ji jinên cîhanê re. Ew êdî Roza pêşeng a gerdûnî ya gelan û jinan e. Sakîne Cansiz rêbera têkoşîna azadiya jinê ye, bi têkoşîn, berxwedan û jiyana xwe hîn jî rê nîşan dide. Li ser vê bingehê, em careke din hêzên di komkujiya 9'ê Çileyê de cih girtine, hemûyan bi tundî şermezar dikin.