Jinên Qutikzer li Parîsê derketin kuçeyan

Li paytexta Fransayê Parîsê bi sedan jinên Qutikzer derketin kuçeyan, xwestin îmajeke nû bidin vê tevgera civakî.

Jinên Qutikzer li meydana Bastîllah hatin cem hev. Jinan piştre li dora meydanê xelek çêkirin, rê ji trafîkê re girtin û ber bi Meydana Republîque meşiyan.
Jinan diyar kirin ew dixwazin îmajeke nû bidin çalakiya Qutikzeran ku bi bûyerên tundiyê kete rojevê.

Jineke 42 salî Karen a Qutikzer ji AFP'ê re axivî û got, ''Ev ne çalakiyeke femînîst e, armanca wê ew e ku îmajeke nû bide tevgerê.''

Li tevahiya Fransayê di çalakiyên Şemiyê de ya Qutikzeran bi kêmanî 50 hezar kes hazir bûn. Li gelek bajaran bûyerên tundiyê çêbûn, li Parîsê 35 kes hatin destgîrkirin.