Sara, Rojbîn û Ronahî li Solothûrnê hatin bibîranîn

Yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, li bajarê Solothûrnê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Ji aliyê Komuna Jinan a Pinar a Solothûrnê ve 3 jinên şoreşger ên Kurd hatin bibîranîn.

Di bîranînê de sînevîziyoneke ku jiyana Sara, Rojbîn û Ronahî li xwe digire hate nîşandan. Di axaftinên li ser navên aktivîstên TJK-E’yê ve hatin kirin de, ji bo hesabê qetlîamê bê xwestin banga tevlîbûna li çalakiya ku wê 12’ê Çileyê li Parîsê bê lidarxistin, hate kirin.

Piştî axaftinan û şûnde çalakî bi dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Sara Rojbîn û Ronahî’ bi dawî bû.