'Soza me ji bo Sakîneyan e; azadî wê bi ser bikeve'

KDBH: Jin wê têkoşîna azadî, wekhevî û aştiyê bi ser bixînin. Mîna her serdemê, di vê serdemê de jî wê komploger bi ser nekevin. Wê azadî bi ser bikeve."

Konseya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH) ji ber salvegera 6'an a komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi rêzdarî bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, her sê şoreşger li dijî mêtingeriya neteweyî, aborî û civakî ya ku dewleta Tirk li gelan ferz dike, ji ciwantiyê heta dawiya emrê xwe têkoşiyan û hate gotin, "Her sê şoreşgerên mezin, di heman demê de temsîla qonaxên azadiyê ne ku di şexsê jinên Kurd de derketiye holê. Qetilkirina van her sê şoreşgeran bi destê gladyoya dewleta Tirk, êrîşeke ji rêzê nîne. Di şexsê her sê şoreşgerên mezin ên jin de sê serdemên azadiyê kirine hedef û xwestin derbê li hêzên şoreşger demokratîk ên gelan bixin ku bi pêşengiya jinên Kurd mezin dibin. Jinan ev êrîş weke 'Komkujiya Parîsê' pênase kirin û weke êrîşek li dijî hebûna xwe dîtin. Ne tenê jinên Kurd, jinên li gelemperiya cîhanê yên daxwaza azadî, wekhevî, sosyalîzm, aştî û biratiyê dikin, Komkujiya li Parîsê şermezar kirin."

Konseya KBDH'ê diyar kir, sekna polîtîk a ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kir, sekneke komploger e, qirêj e, dijminê jiyana bi hev re ya gelan e, dijminê lêgerîna azadiyê ya jinan e.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, Komkujiya Parîsê nîşaneya asta nû û xweser a komploya navneteweyî ye û hate gotin, "Ev asta ku vê wextê baştir xuya dike, komkujî û êrîşên qirker li ser pêşengên têkoşîna azadiyê ya gelan ferz dike. AKP û MHP, ku bi plan û desteka sermayeya navneteweyî tevdigerin, dewleta Tirk li dijî hêzên demokrasî, azadî û şoreşger weke tetîkkêş bi kar tînin. Tetîkkêj jî mehkûmî darizandinê ne.

Komkujiya Parîsê di demeke welê de hate kirin, ku lêgerînên gelên Kurdistan û Tirkiyeyê yên ji bo jiyana azad û bi hev re xwe li ser sîstema dewleta Tirk ferz dikir. Ji bo aştiya civakî û jiyana wekhev a xwe dispêre azadiya jinê, Sakîne Cansiz têkoşîneke bêhempa meşand. Sakîne Cansiz di nava vê têkoşînê de ne milîtan bû, ew rêbera jinên azad bû."

Di dawiya daxuyaniyê de, soz hate dayin ku wê Şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bînin û hate gotin, "Jin wê têkoşîna azadî, wekhevî û aştiyê bi ser bixînin. Mîna her serdemê, di vê serdemê de jî wê komploger bi ser nekevin. Wê azadî bi ser bikeve."