DAKB: Em bi xurtî tevlî meşa li Parîsê bibin

DAKB'ê bang li gelan û bawermendan kir, bi taybetî jî civaka Elewî ku 12'ê Çileyê li Parîsê tevlî meşa maf û rastiyê bibin.

Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an daxuyaniyek da û ji bo meşa 12'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, sê şoreşgerên jin ên Kurd ku nûnerên kevneşopiya berxwedanê bûn, berî 6 salan li Parîsê hatin qetilkirin û di şexsê wan de hewl dane hêviya jiyana hevpar û têkoşîna azadiyê ya gelan ji holê bên rakirin.

DAKB'ê diyar kir, şopdarên baweriya Neheqiyê di nava 6 salên bihurî de ji bo desthilatdariya xwe xurt bikin, roj bi roj hîn bêhtir hov bûn, komkujiyên nû kirin û mirin il ser gelan ferz kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, komkujî êdî bûye polîtîkayeke dewletê û hate gotin, hêviya ji bo jiyana azad û wekhev roj bi roj mezin dibe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Me komkujiya ku ajanên MÎT'ê plan kirin û li pêş çavên Ewropayê hate kirin ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin, ji bo şermezarkirina polîtîkayên komkujiyê û bîranîna hevrêyên xwe yên hatin qetilkirin wê li Parîsê bin û bang li civata Elewî, gel û bawermendan hate kirin ku 12'ê Çileyê tevlî meşa maf û rastiyê ya li Parîsê bibin.