Kûrtûlan: Ji bo paşeroja welêt divê bersivê bidin daxwaza Guven

Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûrtûlan bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û got, "Ji bo paşeroja Tirkiyeyê divê bersiv ji daxwaza wê re bê dayin."

Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûrtûlan li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven.

Guven bi bîr xist, greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 61'ê de ye û got, "Ji roja ku hatiye hilbijartin û vir ve li girtîgehê ye û ev rewş hîn jî dewam dike. Daxwazeke Leyla Guven heye. Em hewl didin vê yekê li her derê bînin ziman, lê belê rayedar bi xemsarî tevdigerin. Guven daxwazeke qanûnî û hiqûqî dike. Ji bo mijareke hesas a Tirkiyeyê xwe birçî dihêle.

'DESTÛR NEHAT DAYIN KU XATIR JI DAYIKA XWE BIXWAZE'

Di nava rewşeke wiha de dayika Guven wefat kir. Berê dema li girtîgehê bû bavê wê wefat kiribû û nekarîbû wî oxir bike. Niha jî di roja 59'an a greva birçîbûnê de dayika xwe winda kir. Destûr nehate dayin ku xatir ji dayika xwe bixwaze."

'JI BO PAŞEROJA HER KESÎ DIVÊ BERSIV JI DAXWAZA WÊ RE WERE DAYIN'

Kûrtûlan bi bîr xist, wan hişyarî dabûn ku greva birçîbûnê dikare belav bibe û got, "Li 28 girtîgehan 104 kes di greva birçîbûnê de ne. Dibêjin 'Daxwaza Leyla daxwaza me ye'. Li Ewropayê, li Hewlêrê jî grevên birçîbûnê dewam dikin. Em careke din bang dikin; daxwaza Guven daxwazeke hiqûqî ye. Leyla Guven mafdar e. Ji bo paşeroja Tirkiyeyê divê bersiv ji daxwaza wê re were dayin."