JCA: Em 12’ê Çile li Parîsê hesab bipirsin!

Jinên Ciwan ên Azad (JCA) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em 12’ê Çile bibin bi herzaran Sara, Rojbîn û Ronahî û hesab bipirsin.”

Koordînasyona JCA’yê, derbarê komkujiya Parîsê û meşa ku wê 12’ê Çile pêk bê  daxuyaniyek weşand û bang kir ku her kes bi awayekî xurt tevlî meşê bibe. 

JCA’yê di daxuyaniya xwe de wiha got; “Ev 6 sal di ser komkujiyê re derbas bûn. Kujerê vê êrîşa bi alçaxî di girtîgeha Fransayê de bi awayekî gumanbar mirî hatibû dîtin. Di belgeyan de ku derketibûn holê, eşkere bibû ku Omer Guney endamekî MÎT’ê ye û ji Enqereyê fermana komkujiyê girtiye. Aramanca dewleta faşîst a TC’ê ew bû ku pêvajoya aştiyê asteng bike, bi vî awayî di kesayetiya Rêber APO de tecrîdê kûr bike. Ev êrîşa ku li dijî sê pêşengên leheng ên jinên şoreşger pêk hatî, di rastiya xwe de li dijî Rêbertî, vîn, têkoşîna me û li dijî hemû gelê Kurd, nexasim jî li dijî jinê pêk hatiye. Em ê vê komkujiyê ti car jibîr nekin û nedin jibîrkirin. “

JCA’yê wiha dawî daxuyaniya xwe anî; “Em weke JCA’yê, meşa ku wê 12’ê Çile wê li Parîsê bi pêşangiya jinên ciwan pêk bê, veguherînin meş û mîtîngeke ku bi deh hezaran kes tevlî bûyî, hêrs û nefreta xwe ya li dijî komkujiyê qêriyayî... 

Divê em 12’ê Çile bibin bi hezaran Sara, Ronahî û Rojbîn û nîşan bidin ku em vê komkujiyê tu car jibîr nakin û nadin jibîrkirin.

Di serî de hemû jinên Kurd û enternasyonalîst ên ciwan, gelê me yê berxwedêr em bang li her kesî dikin ku bi awayekî xurt beşdarî meşa me ya 12’ê Çile bibin. Em ê bi biryardarî pêşengiya vê pêvajoyê bikin û dibêjin êdî dema wê hatiye, xwebûna xwe pêk bîne û serî hilde, Rêber APO azad bike.”