Jinan li Den Haagê name ji Guven re şandin

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, ji bo Leyla Guven a li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê name-kart hatin şandin.

Jinên Kurdistanî yên li bajarê Den Haag ê Hollandayê dimînin, ji Leyla Guven re ku 62 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, nameyên ji kartên piştgiriyê şandin.

Jinan li ser kartan nivîsîn "Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye".