'Divê jin ji hêza xwe bawer be'

Dirûnkar Dîdem Arslanoglû dibêje, destê jinê bi huner e û eger bixwaze dikare her karî be.

Li Amedê salên dawî beşek mezin a esnafan jin e. Yek ji van jinan jî dirûnkar Dîdem Arslanoglû ye. Arslanoglû ku berê rojnamevan bû, dest jî wî pîşeyê xwe berda û dest bi dirûnkariyê kir. Arslanoglû li navçeya Yenîşehîr a Amedê li dikanek biçûk dirûnkariyê dike, cil û bergên Kurdewarî didûre.

'DEBARA XWE BI DIRÛTINÊ DIKIM'

Arslanoglû dibêje, "Jin li ku derê dibin bila bibin, maf tenê bi têkoşînê tê bidestxistin. Berî sê salan min dest bi karê dirûtinê kir. Sala 1990'î min bi nûçegihaniyê dest bi karê rojnamevaniyê kir. Demeke dirêj be jî ku min dest ji karê rojnamevaniyê berdaye, ez bi giştî ji rojnamevaniyê qut nebûme. Ez niha jî qûnciknivîsan dinivîsim. Ez karê dirûtinê hem weke hobî dikim, hem jî debara xwe pê dikim. Li vir ez modelên otantîk ên bi Kurdewarî didirûm. Her ku diçe ez vî karî bi pêş dixim, ji ber ku ez ji vî karî hez dikim."

'EZ RUH DIDIM QÛMAŞAN'

Arslanoglû anî ziman ku li Amedê ew tenê vî karî dike û wiha pê de çû: "Model û dirûtinên ez çêdikim li devereke din nîne. Li Amedê gelek kes cil û bergan didûre, lê ez ji bo Amedê mînak im. Ev hunera min bala ciwan û nîştecihên Amedê dikişîne. Armaca min ew e ku ez vê rêbazê bi pêş bixim û sînorên Amedê derbas bikim. Dema ku mirov karekî bike divê mirov ji dil û can bike. Ez niha dirûnkariyê dikim, bi cil û bergên ez çêdikim re dansê dikim û ruh didim qûmaşan."

'DESTÊ JINÊ BI HUNER E'

Arslanoglû da zanîn, divê ti jin li malê rûnenê û jin ji xwe bawer be. Arslanoglû destnîşan kir ku hişmendiya mêr li dijî berxwedana wan têkçûye û ev tişt got: "Piştî berxwedanek mezin mêr êdî li hemberî karê jinê rêz nîşan da. Divê jin xwedî li keda xwe derkeve. Em ne neçar in di bin serdestiya mêr de bijîn. Em zehmetiyan dikişînin, lê em dikarin li hember van zahmetiyan rabin. Eger em nekarin bikin jî divê em alîkarî ji mêr nexwazin û berovaniyê vê alîkarî ji jinekê bixwazin. Divê jin ji hêza xwe bawer be. Jin bixwaze dikare her karî bike. Ez bang li jinên Amedê hemûyan dikim ku li malê rûnenên û tevlî kar bibin. Destê jinê bi huner e, bila jin hunera xwe nîşan bidin."

'KRÎZÊ LI KARÊ DIRÛTINÊ JÎ DA'

Arslanoglû destnîşan kir ku krîza aboriyê bandor li ser karê dirûtinê jî kiriye û got: "Sê sal in bazara Amedê ser û bin bûye. Ji ber krîza aboriyê ev dikana min ya duyemîn e ez cihê xwe diguherînim. Qûmaşê ku em distînin bûye du qat û hatiye asta ku em nikarin qûmaş bistînin. Dîsa ji bo ku gelê me mexdûr nebe û karibe bikire em bi buhayê kêm difiroşin."