JIN
Hemû Nûçe
-
Jinên ji neteweyên cuda piştgirî dan Leyla Guven
Jinên ji neteweyên cuda yên li Soderhamnê, di pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de mînakek xweş a piştevaniyê nîşan dan. -
Pîrozbahiya 8'ê Adarê ya şervanên YPJ'ê -ÇAVDÊRÎ
Şervanên YPJ'ê bi xeml, bedewî û rûkeniya xwe li herêma Cizîrê bi coşeke mezin 8'ê Adarê pîroz kirin. -
8'ê Adarê li Adigeyê hate pîrozkirin
Jinên ku li Adigeyê 8'ê Adarê pîroz kirin, silav dan berxwedêrên greva birçîbûnê. -
Hemo: 8'ê Adarê sembola berxwedana jinan e
Hevseroka Kantona Efrînê Şîraz Hemo, 8'ê Adarê li jinên berxwedêr pîroz kir û got, "Jin di vê pêvajoya dîrokî de careke din bi rola xwe rabûn. 8'ê Adarê sembola berxwedana jinan e." -
Çalakiyên 8'ê Adarê didomin
Jinan bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê gelek çalakî li dar xistin û bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven. -
Kurdên Feylî li Bexdayê 8’ê Adarê pîroz kirin
Jinên Kurd ên Feylî yên li Bexdayê dijîn, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi şahiyekê pîroz kirin. -
TJA'yê êrîşa li ser Amedê şermezar kir: AKP-MHP ditirsin
TJA'yê êrîşa li ser berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Amedê şermezar kir û got, ''Êrîş tirsa faşîzma AKP-MHP'ê careke dî nîşan da''. TJA'yê bang kir ku tecrîd were şikandin, berxwedan were geşkirin. -
Li Parîsê 8'ê Adarê: Leyla Guven ji bo me hemûyan li ber xwe dide!
Di pîrozbahiya 8'ê Adarê ya Parîsê de jinên Kurd û jinên ku ji kar hatine avêtin jî hazir bûn. Di pîrozbahiyê de Leyla Guven a ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye hate slavkirin. -
8’ê Adarê li Rûsyayê hate pîrozkirin
Li Rûsyayê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coşeke mezin hate pîroz kirin. -
Şervanên YPJ’ê 8’ê Adarê pîroz kirin
Şervanên YPJ’ê duh li Eyn Îsayê merasîmek li dar xistin û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin. -
Li Melboûrne û Sydneyê 8’ê Adarê hate pîrozkirin
8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarên Ewûstralya Melboûrne û Sydneyê hate pîrozkirin. -
Li Zagrosan 8'ê Adarê hate pîrozkirin
Gerîlayên YJA Starê li Zagrozan 8'ê Adarê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de yek ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes axivî û got, heta ku azadiya fizîkî ya Ocalan pêk bînin ew ê têkoşîn bidome. -
Swîsre li ser piyan bû: Bijî berxwedana me ya jinan!
Ji bo 8'ê Adarê li Swîsreyê li gelek navendan li dijî hişmendiya baviksalarî meşên jinan ên femîst hatin kirin. Jinên Kurd bi rengên xwe tevlî meşan bûn, berxwedana Leyla Guven û hevalên wê slav kirin. -
Zehra Dogan: Divê em bêdengiyê xira bikin
Zehra Dogan ku ji ber nûçe û şêweyên xwe hatî girtin û beriya bi demeke nêz hatî berdan bal kişande greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven, diyar kir ev 8'ê Adarê ji bo jinên Kurd girîng e û got, ''Divê em vê bêdengiyê xira bikin.'' -
Polîsan li Taksimê êrîşî meşa şev a femînîstan kir
Li Taksimê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi hezaran jin ji bo “17’emîn Meşa Şev a Femînîst” li hev civiyan, polîsan bi bombeyên gazê êrîşî jinan kir. -
Jinên Efrînî: 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz be
Jinên Efrînî ku beşdarî meşa girseyî ya 8’ê Adarê bûbûn 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkdar ên Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz kirin û gotin; “Ji bo azadiya Rêber Apo û Efrînê em ê hertim li ser pêya bin.” -
Şervanên YPJ’ê li eniyên şer 8’ê Adarê pîroz kirin
Şervanên YPJ’ê yên di operasyona tinekirina çeteyên DAÎŞ’ê de cih digrin, bi gerandina govendê ya li gundê Baxozê 8’ê Adarê pîroz kirin. -
Li Taksimê dorpêça ji tirsa jinan
Polîsên Tirk beriya Meşa Şev a Femînîst ya li Taksimê Cadeya Îstiklalê dorpêç kir -
Li Zanîngeha Brukselê li ser jineolojiyê panel hate lidarxistin
Li Zanîngeha ULB a li paytexta Belçîka Brukselê di panela jineolojiyê de ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê banga piştevaniyê hate kirin. -
Wekîlên dîlgirtî ji bo 8'ê Adarê peyam dan
Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel bi navê wekîlên jin ên dîlgirtî ji bo 8'ê Adarê peyamek şand û got, "Em bawer in ku berxwedana bi hezaran mirovên li girtîgehan ji bo vekirina rêyeke nû dane destpêkirin wê bi ser bikeve." -
Dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' li Wanê deng veda
8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Wanê bi mîtîngeke girseyî hate pîrozkirin. -
Ji Yuksekdag peyama 8'ê Adarê
Fîgen Yuksekdag 8'ê Adarê pîroz kir û got, ''Em ê bihara jinan û bihara mirovahiya mezin têra xwe bijîn''. -
Li Amedê Leyla Guven û jinên Rojava hatin slavkirin
Li Amedê jin di mîtînga 8'ê Adare de hatin cem hev. Di mîtîngê de Leyla Guven û jinên Rojava hatin slavkirin û hate gotin,''Li gel hemû êrîşan jî em li vir in''. -
PAJK: Em ê bi berxwedanê rê li ber azadiyê vekin
PAJK'ê 8'ê Adarê roja berxwedan û azadiyê pîroz kir û diyar kir, "Jin li ber xwe bide civakê li ber xwe bide, jin azad bibe civakê azad bibe. Bi pêşengiya jinê wê jiyana azad bê afirandin." -
Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qadan e
Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daketin qadan.