Dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' li Wanê deng veda

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Wanê bi mîtîngeke girseyî hate pîrozkirin.

Meclîsa Jinan a HDP'ê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter mîtîngek li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, namzetên hevşaredariyên navçeyan, aktîvîstên TJA, Dayikên Aştiyê û bi sedan jin beşdarî mitîngê bûn. Jin bi rengên kesk, sor û zer û cilên xwe yên gelerî qada mitîngê xemilandin û qadê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” hejandin. Jinan bi dirûşma “Leyla Guven rûmeta me ye û daxwaza wê daxwaza me ye” ji Leyla Guven re silav şandin. 


 
‘LEYLA NAVÊ HÊVIYÊ YE' 

 
Piştî axaftina vekirinê ya komîteya amadekar, namzetên HDP'ê yek bi yek vexwendin ser dikê û jinan silav kirin. Bedîa Ozgokçe Ertan jî derket ser dikê axivî û helbesta “Leyla kî ye” xwend û got: “Leyla Guven navê hêviyê ye.” 
 
'WÊ JIN AZADIYÊ BÎNIN' 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî di nava coşa lîlandin û çepikan de derket ser dikê û silav da jinan û roja 8'ê Adarê pîroz kir. 
 
Bûldan wiha got: 
 
"Îro li çar aliyê cîhanê bi milyonan jin ji bo azadî û hiqû li qada ne. Em silav û hezkiriyên xwe ji wan re dişînin. Lê silava herî mezin û germ em ji Leyla Guven re dişînin. Em Leyla û berxwedana wê silav dikin. Em dizanin ku wê li cîhanê her tişt jin biguherînin. Li cihê ku jin tune tên hesibandin tu pergal nayê qebûl kirin û aştî pêk nayê. Li her deverê cîhanê yên ku azadî, aştî û demokrasiyê bînin em jin in. 
 
HDP ji bo temsîliyeta wekhev a jinan û bi pergala hevserkatiya xwe partiyek mînak e. Tekane partiya mafê jinan diparêzê ye. Ji bo vê yekê jî ewilî êrîşî jinan dikin û me diavêjin zîndanan. 
 
LI PARTIYÊN DIN RENG Û DENGÊ JINÊ NÎNE 
 
Jinên Wanê zîhniyeta AKP'ê baş nas dikin û dizanin AKP çi ye. Partiyên din pirsgirêkên jinên wanê nabînin. Tenê ew jinên wanê wek depoya dengan dibînin. Îro dema em dêna xwe didine reng û dengê jinan di lîsteyên partiyên din de nîne. Tenê ji bo nîşaneyek sexte çend jinan di lîsteyên xwe de didin nîşandan. Halbukî em jinan di refa pêş de digirin û em temsîliyeta wekhev a jinan li her deverê didin nîşandan. Ji bo me vê yekê dikin ewqas êrîşî me dikin. Ferasetek ku HDP'ê tehdît dike em carek dibêjin ku red dikin.
  
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ PÊL BI PÊL BELAV DIBIN 
 
Jin li welat temîna her tiştî ne. Zilam jî biryara şer digirin û şer tînin. Hemû şer û pevçûn bi hewldana jinan bi dawî dibe. Aştî her tim bi jinan hatiye. Dilovan Leyla Guven jî ji bo tecrîda li Îmraliyê rabe û aştiyê, demokrasiyê û azadiyê bîne welat di greva birçîbûnê de ye. Grevên birçîbûnê pêl bi pêl li her deverê welat û cîhanê belav dibe. Lê hêj AKP çalakiyan ji nedîtî ve tê û sê maymûn dileyîze. Yek daxwaz heye û ev daxwaza bi milyonan jin, ciwan û civakê ye. Ev daxwaza rewa ye û demokratîk e. Çimkî tiştekî der qanûnî naxwazin. Dibêjin hiqûqa xwe bînin cih. Ancak Wezareta Edaletê qanûnên derxistiye nayne cih."
 
JIN WÊ DAWÎ LI TECRÎDKIRINA OCALAN BÎNIN

Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîd xespkirina hiqûq û maf e. Tecrîd îpotekkirina mirovekî ye. Em ji bo vê yekê dibêjin piştgiriyê bidin siberoja welat. Em vê li her deverê dibêjin û em ê bêjin jî. Lê em dizanin ên ku tecrîdê rakin û bişkênin dîsa jin in.
 
Belê jinên hêja em di 31'ê Adarê de diçin hilbijartina xwecihî. Wê gelê me di 31'ê Adarê de dersek mezin bide zîhniyeta AKP'ê û wê ji ber sekna gelê me şer bikin."
 
Mitîng bi şahiya stranan bi dawî bû.