Li Taksimê dorpêça ji tirsa jinan

Polîsên Tirk beriya Meşa Şev a Femînîst ya li Taksimê Cadeya Îstiklalê dorpêç kir

Ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Cadeya Îstiklal a Taksimê Meşa Şev a Femînîst wê were lidarxistin. Beriya meşê Cadeya Îstiklalê ji aliyê polîsan ve hate dorpêç kirin. Li cihê ku jin ew ê li hev bicivin li pêşiya Konsolosxaeya Fransayê bi TOMA û bendên polîsan hate girtin û destûr nayê dayîn ku li Taksimê mirov bikevin Cadeya Îstiklalê. Welatî û esnafan li dijî vê pêkanîna keyfî ya polîsan nerazîbûn nîşan da.

Dorpêça li Taksimê didome.