Kurdên Feylî li Bexdayê 8’ê Adarê pîroz kirin

Jinên Kurd ên Feylî yên li Bexdayê dijîn, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi şahiyekê pîroz kirin.

Jinên Feylî yên li paytexta Iraq Bexdayê dijîn, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi şahiyekê pîroz kirin. Pîrozbahiya li Salona Konferansê ya Eniya Feylî ya li Taxa Filistîn a Bexdayê destpê kir, Baskê Jinan a Eniya Feylî ve hate organîzekirin. Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidî (PADÊ), rêxitinên mîna Endiya Gel a Demokratîk û Azadiyê û gelek rêxistin û partiyên siyasî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di şahiyê de Endama Desteya Rêveberiya Baskê Jinan a Eniya Feylî û Erkdara Perwerdehiya Zanîngeha Bexdayê Xeyirye Bawer axivî û got: “Di serî de divê em ji bo jinên li Bexda û hemû cîhanê azad bijîn, hê zêdetir bixebitin. Jin ji bo ji koletiyê û azad bijî têkoşîn dike. Ji bo vê divê em hê zêdetir kar bikin.

Li ser navê Rêxistina Jinan a Eniya Gel a Demokratîk Nesrîn Ehmed peyama KJK’ê ya ji bo jinên Faylî hatibû şandin xwend. Di peyamên de bal hatibû kişandina ser têkoşîna jinê û grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven destpê kiriye. Dîsa bal hate kişandina ser êrîşên dewleta Tirk a li ser jinan.

Her wiha di daxuyaniyê de tecrîda giran a li ser pêşengê îdeolojiya azadiya jinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî.

Nûnera PADÊ ya Bexda Şêx Azad jî axivî û piştre şahîd dom kir.