Li Zagrosan 8'ê Adarê hate pîrozkirin

Gerîlayên YJA Starê li Zagrozan 8'ê Adarê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de yek ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya  YJA Starê Emîne Erciyes axivî û got, heta ku azadiya fizîkî ya Ocalan pêk bînin ew ê têkoşîn bidome.

Gerîlayên YJA Starê li çiyayên Zagrosan 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin. Li gel yek ji fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê, fermandarên YJA Starê Hezîl Ozgur, Berfîn Nurhak, Pelşîn Koçgirî, Baharîn Kobanê û gelek gerîlayên jin li pîrozbahiyê hazir bûn, pîrozbahî bi merasîmeke leşkerî ya ji bo şehîdan dest pê kir.

Yek ji fermandara YJA Starê Emîne Erciyes ku di merasîmê de axivî, got, li dijî tecrîdê berxwedaniyeke mezin heye û ev berxwedan peywireke giran li ser gerîlayan jin datîne.

Erciyes got heta ku azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were pêkanîn têkoşîna wê geştir bibe û bidome û wiha domand: ''Îro 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ye. Ji bo vê em 8'ê Adarê ya hemû hevalan pîroz dikin. Em vê 8'ê Adarê li çiyayên Zagrosan pîroz dikin. Ev xwedî wateyeke mezin e. Beriya her tiştî, bi zelaliya Avaşînê, em ji vir slavan ji Imraliyê re dişînin. Îro li ser Rêbertiya me polîtîkayeke giran a tecrîdê heye. Em jin vê dibêjin; çi dibe bila bibe, çi qasî tecrîdê giran bikin jî, ti caran nikarin me ji Rêbertî qut bikin. Rêbertî bi me re ye. Em jî bi têkoşîna ku me geş kirî em ê tim bi Rêbertî re bin. Bi vê çarçoweyê em vê 8'ê Adarê Rêbertî slav dikin.

1998'an Rêber Apo îdeolojiya azadiya jinê danî holê. Diyarî jinan kir û got, ''ne tenê 8'ê Adarêhemû jin divê yên jinê bin''. Ji wê rojê ve li hemû çiyayên Kurdistnaê têkoşîneke mezin tê dayin. Jin gav bi gav azadiyê pêk tînin. Îro li ser Rêbertî tecrîdeke giran heye. Li dijî tecrîdê berxwedaneke mezin heye. Grevên birçîbûnê didomin. Leyla Guven pêşengiyê ji çalakgeran re dike. Ev berxwedana Leyla Guven ispata wê ye ku jinên Kurd çendî dilsozê Rêbertiya xwe ne. Leyla Guven bûye sembola têkoşîna azadiyê ya jinê ye. Bi vê wesîleyê em li çiyayên Zagrosan, bi xweşikiya Çarçele berxwedana hevala Leyla pîroz dikin. Bi bilindî û serhildêriya Cîlo em berxwedêrên zindanan slav dikin. Bi qedîmbûna Govendê, em gelê xwe yê ku li çar parçeyên Kurdistanê, li Hewlêrê, li Mexmûrê, Strasboûrgê, Torontoyê û li hemû deverên cîhanê li ber xwe dide slav dikin.  Em bawer dikin ku em ê vê berxwedanê bi ser bixin. Ev berxwedan peywireke mezin dide me gerîlayên jin. Em gerîlayên jin, heta ku bi têkoşîna xwe Rêbertî azad bikin, em ê têkoşînê geştir bikin û bidomînin.

AGIRÊ AZADIYÊ WÊ GEŞTIR BIBE

Çiyayên zagrosê di dîrokê de tim bi berxwedanê hatine bibîranîn. Her demê bûye hêlîna azadiyê. Gelê Kurd her demê li çiyan li azadiya xwe geriyaye.  Îro gerîla li çiyayên Zagrosan mewziyên xwe asêtir kirine. Heta ku li çiyayan têkoşîna gerîla hebe, azadî wê zîl bide, agirê azadiyê wê geştir bibe û bidome. Dewleta TC'ê ya mêtinger îro li dijî gelê me şerekeî taybet dike. Her roj dibêjin, ''me gerîla qedand''. Em jî dibêjin, ev çiya wê bê gerîla nemînin. Gelekan gotin, 'me gerîla qedandin'' lê her carê yên ku qediyan ew bi xwe bûn. Niha navê wan di dîrokê de jî tine.

Îsal têkoşîneke mezin li benda me ye. Di serî de Leyla Guven hemû berxwedêr peywirê li me bar dikin. Têkoşîna îsal wê bibe têkoşîna ku azadya Rêber Apo dayî ber xwe. Her hilma me, her gava me, her karê ku em ê bikin wê ji bo azadiya Rêbertî be. Li ser vê bingehê em careke dî Cejna 8'ê Adarê ya hemû hevrêyan û jinan pîroz dikin.''