Pîrozbahiya 8'ê Adarê ya şervanên YPJ'ê -ÇAVDÊRÎ

Şervanên YPJ'ê bi xeml, bedewî û rûkeniya xwe li herêma Cizîrê bi coşeke mezin 8'ê Adarê pîroz kirin.

Şervanên YPJ'ê li herêma Cizîrê bi coşeke mezin 8'ê Adarê pîroz kirin. Şervanan bi xemla xwe, bi bedewî û rûkeniya xwe, di seatên siharê de xwe amedekirin û herikîn ber bi qada pîrozbahiyê. Me li sê qadan şahidiya pîrozbahiya şervanan kir, li her sê qadan jî hesta kêfxweşiya şervanan dida nîşandan. Wateya vê rojê ji bo wan gelekî bihaye. Dema em ketin qada pîrozbahiyê ew coş û kelecana ku şervanan ji serketina Dêra Zorê girtine, li ser rûyê wan bi her awayî xuya dibû. Ew sekna wan a bi rext û çek hêjayî dîtinê bû. Şahiya şervanan bi meresîmek bi heybet, ya leşkerî dest pê kir. Şervanên ku bi sekna xwe ya leşkerî bandor li tevahî jinan di qada nevneteweyî de kirin îro careke din destnîşan kirin ku ew parazvanên tevahî jinane. Îro di merasîmê de carek din nîşan dan ku wê heta dawiyê bi tekoşîna xwe nirxên civaka xwe biparêzin. Wê heta dawiyê di têkoşîna li dijî hêzên desthilatdar de bi israr bi ser erk û berpirsyarên xwe de biçin.

Keçên rojê, jinên berxwedêr ên ji her neteweyê, bi berxwedana xwe ya dîrokî ev 8 sal in li hember hişmendiya baviksalarî berxwedaneke bê hempa dikin. Yek jî cardin dîroka dayîk xwedawend li ser xaka Rojavayê Kurdistanê, bi tekoşîna şervanên li ser şopa Roza, Sarayan, Silava û Bêrîvanan, têdikoşin, kêliyên çanda xwedawendiyê bi gelê xwe didin jiyîn. Şervanan ew çand bi şanoyên xwe bi hevalên xwe û mêvanên ku ji derve hatin dan nîşandan, peyam dan û gotin: "Me çawa bi çanda xwedawendiyê navên xwe di dîroka mirovahiyê de bi tîpên zêrîn dane nivîsandin, îro jî em bi têkoşîna xwe têkçûna dijminê mirovahiyê çeteyên DAÎŞ'ê kêlî bi kêlî bi raya giştî re parve dikin. Şervanan bi wê kêfxweşiya xwe ya ji Dêra Zorê wergirtine, bi hevalên xwe yên ku ji herêma Dêra Zorê tevlî nav refên YPJ’ê bûne, bi coşa şahiya 8’ê Adarê parve kirin. Heta me di govend gerandina wan de jî kêlî bi kêlî şahidiya wan kêliyan kir ku şervanên YPJ’ê bi kêfxweşiya xwe ya ketina meha Adarê re, wê heta dawî jî li hember hêzên desthilatdar têbikoşin.

Di nava şahiyê de tişta pir bala me kişand, ew jî her şervaneke YPJ'ê bi keziyên xwe em cardin kirin heyran ji bejin û bala xwe re û bûn sedem ku kamereyên me cardin berê xwe bidin wan. Ew xweşikbûna şervanan berê ojektîfan dizivirandin ser xwe. Şervanan ev roj bi gerandina govenda azadiyê û bi dirûşmeyên jin jiyan azadî ji jinên cîhanê re peyama em li her dera nefesa jiyanê lê heyî ne, werin em bi hev re enerjiya xwe biherikînin ber bi vê jiyanê ve. Di dema govend girtinê de jî rûkenî li ser rûçikên wan qet kêm nebû. Di heman demê de dema dirûşma jin jiyan azadî diqîran, te digot qey bi dengê hemû jinan qîr dikin li warê berxwedanê. Her kêliya hate jiyîn li gel şervanên YPJ’ê, ji bo me kêliyên ku tu caran nayên ji bîr kirinin.