Zehra Dogan: Divê em bêdengiyê xira bikin

Zehra Dogan ku ji ber nûçe û şêweyên xwe hatî girtin û beriya bi demeke nêz hatî berdan bal kişande greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven, diyar kir  ev 8'ê Adarê ji bo jinên Kurd girîng e û got, ''Divê em vê bêdengiyê xira bikin.''

Nûçegihana JINHA'yê û ressam Zehra Dogan ku dema 'qedexeya derketina derve' ya li Nisêbînê ya sala 2016'an ji ber nûçeyên wê û şêweyên wê bi hinceta 'endamtiya rêxistinê'' û ''propagandaya rêxistinê'' hatî girtin û Kanûna 2016'an hatî berdan, piştî ku cezayê wê teqez bû 2'yê Hezîrana 2017'an dîsa hate girtin û ew şandina Girtîgeha Amedê. Zehra li girtîgehê li gel ku boyaxên wê nedan wê jî bi rêbazên cuda şêweyên xwe domandin û ew şandin derve. Bi şêweyên xwe behsa Leyla Guven, Sîsê Bîngol û gelek jinên din kir.

Zehra, dema ku jê dipirsin bê ka çima ''tim şêweyên jinan çêdike'' dibêje, ''Ez dixwazim şêweyên wan kesan çêbikim ku bi sedsan sal in têne kolekirin û dînamîka xwe derdixînin holê.'' Sedema ku Zehra jinan dixe navenda şêweyên xwe 'nûçegihaniya jinê' ye ku hem têkoşîna wê dide û hem jî nûçeyên wê çêdike.

NÛÇEGIHANIYA JINÊ QADA TÊKOŞÎNÊ YE

Zehra nûçegihaniyê tenê mîna pîşeyekê nabîne, ji bo wê çêkirina nûçeyên bi navenda jinê, qadeke têkoşînê ye,ya ku ji tevgera jinê tê. Zehmetiya wê ji vir tê û dibêje, dema ku diçe nûçeyan ''çavê mêran li ser min bû'' û bi domdarî dibêje, ''tim çavê wan li ser me bû, da ku fêhm bikin, 'gelo çilo dike'. Zehra dibêje, ''Hê dema nû kamerayê datînim bi gotinên, ''te şaş kir, ne wiha tê danîn, wiha tê girtin'' û beriya ku dest bi nûçeyê bikim, mudahele dikin.''
BI BERXWEDANA KOBANÊ RE ÎDÎAYA ME MEZTIR BÛ

Zehra dibêje, dema dema Komkujiya Şengalê îdîaya wan zêdetir bû û didomîne,''Dema Komkujiya Şengalê, berxwedana Kobanê em jin bêhtir bûne xwedî îdîa. Ji ber ku Rojava şoreşeke jinê bû. Bi navê JINHA'yê yekem nûçegihan em bûn ku çûne wir. Me Şengal jî ji nêz ve şopand. Li wir ji bo ku şopa jinên Êzîdî ku hatine kolekirin, tecawiz li wan hatî kirin  gelek ked hate dayin.''

ÇÊKIRINA ŞÊWEYA JINAN TERCÎHA MIN E

Zehra li ser pirsa çima di navenda şêweyên wê de jin hene, wiha dibêje, ''Ji ber ku tu ne tenê nûçegihan î, bi nasnameya xwe ya têkoşînê dinerî. Ji bo vê têgihiştina min jî, ya hevalên min ên wir jî wiha bû. Dema ku min şêweya Şengalê çêkirî, min xwest jinê bibejim, yan jî dema ku min a Cizîrê, Nisêbînê çêkirî..Belê, li wir mêr jî hebûn lê mijara sereke jin bûn. Hin dibêjin, ''Çima tu şêweyên mêran çênakî?''. Na, çêdikim lê navend jin in. Jixwe ev hilbijartina min e. Ez dixwazim şêweyên wan kesan çêbikim ku bi sedsan sal in têne kolekirin û dînamîka xwe derdixînin holê. Ez bi şêweyên xwe dixwazim nîşan bidim ku jinên têkoşer hene. Her kes ji alî behremendiya xwe ve jixwe tiştekî li vê têkoşînê zêde dike.''

JI BER JINHA'YÊ LI WIR BÛM

Em pê dizanin ku Zehra ji bo ku şêweyan çêbike gelek rêbaz bi kar anîn û li vê rawestiya, şêweyên xwe gihande derve, Zehra dibêje ev ne tenê înada wê bû, ew ne bi Zehrabûna xwe li wir bû, bi JINHAbûna xwe li wir bû û didomîne, ''Heke ez ne nûçegihan bûma, an jî ne li saziya JINHA bûma, ji bo ku şêweyan çêbikim dîsa min ê înad bikira lê bi vî rengî wê nehate terisandin. Ji ber ku ez dema ku hatim irtin ne ji bo ku Zehra bûm li wir bûm, ji ber JINHA'yê li wir bûm. Min ti caran bi çavê Zehra tenê li xwe nenerî, min weke keseke ku di nav têkoşîna jinê de bim li xwe nerî. Ji bo vê, min got, jineke di nav têkoşîê de dikare çi bike û li gor wê tevgeriyam. Belê, bi hinceteke absûrd, ji bo ku min şêweyek çêkiribû li wir bûm, mirov bi vê xemgîn dibû lê JINHA'yê berevajiya vê hînî min kir. Bi ser de ti hevala me ya ku li wir xebitî bû, hatibû girtin ev xemgînî, ev bêagavî hîs nekir. Min jî hîs nekir.''

DI ŞÊWEYAN DE ENERJIYA KOLEKTÎF

Zehra dibêje li girtîgehê dema çêkirina şêweyan hevalên wê pir alîkarî danê, ew teşwîq kirine û got, ''Gelek hevalên min rengên ku min qet bîra wan nedibir ji min re dîtin, mîna Mamoste Zohre hebû û got, 'ji zerdeçalê zer çêdibe''. Parlamenter Salîha Aydenîz û Leyla Guven tim destek dane min. Li ser wan şêweyan her çend destxeta min hebe jî, bi teqezî ne karê Zehra tenê bû, di wan de enerjî û kedeke kolektîf hebû.''

MAMOSTEYA KU HEM HÎN DIBE HEM HÎN DIKE: LEYLA GUVEN

Têkilî Leyla Guven ku ev 122 roj in di greva birçîbûnê de ye Zehra dibêje, ''Li girtîgehê em ji Leyla Guven gelek tiştan hîn bûn. Hemû ceribandinên xwe bi me re par ve dikir û dixwest ku em ji wan bi rê bikevin, digote me, ''hûn jî bibêjin, ez jî dixwazim hîn biim û zanibim''. Jineke hem ji hînbûnê re vekirî bû û hem jî ji hînkirinê re. Dema ku hate Girtîgeha Amedê gelek tişt guherîn, me jinan li wir derdoreke xweş çêkiribû lê piştî ku ew hat, me gelek çalakî û xwendin kirin. Ez bawer im wê hê hînî me bike. Leyla Guven pir bandor li min kir û dema ku ez çûme serdana wê, min digot belkî xemgîn bibim û bigirîm lê enerjiyeke wê ya wiha hebû û wiha nîşan dide mirov xemgîn nabe. Li pêşberî we miroveke heke ku di greva birçîbûnê de ye masûlkeyên wê heliyane, miroveke dî ye lê hêzê dide we. Ez pê şanaz im ku min ew nas kir. Rûmeta wê hezkirinê jiyam. Tu jê hez dikî, ew jî ji te û ji hemû jinan hez dike, mirov bi vê şanaz dibe.''

EV 8'Ê ADARÊ JI BO JINAN PIR GIRÎNG E

Zehra dibêje ev 8'ê Adarê ji bo jinên Kurd pir cuda ye û didomîne, ''Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven heye. Leyla Guven jineke şoreşger e ku ji tevgera jina Kurd hatiye. Îro li zindana 8'ê Adarê wê pir cuda were pîrozkirin, hijmara hevalên me yên jin ku ketine greva birçîbûnê ji hijmara mêran zêdetir e.  Daxwaza Leyla Guven a me hemûyan e, ji bo vê divê em li girtîgehan xwedî derkevin. Ev daxwaza hemû helan e. Her çendî hatibe xwestin ku were terorîzekirin jî, me di pêvajoya çaresriyê de dît, Kurd, Ermen, Sûryan, Tirk, Laz, her kes aşîtiyê dixwaze. Divê em dawî li vê bêdengiyê bînin.''