Wekîlên dîlgirtî ji bo 8'ê Adarê peyam dan

Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel bi navê wekîlên jin ên dîlgirtî ji bo 8'ê Adarê peyamek şand û got, "Em bawer in ku berxwedana bi hezaran mirovên li girtîgehan ji bo vekirina rêyeke nû dane destpêkirin wê bi ser bikeve."

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel ku ji 15'ê Çileyê ve li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F Hejmara 1 a Kandirayê di greva birçîbûnê de ye, bi navê wekîlên jin ên dîlgirtî ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek şand.

Tûncel, 8'ê Adarê li jinên kedkar hemûyan pîroz kir û got, "Îro roja 121'ê ya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û roja 53'an a Selma û min e. Em bawer in ku berxwedana bi hezaran mirovên li girtîgehan ji bo vekirina rêyeke nû ya demokrasî, aştî, azadî û wekheviyê dane destpêkirin wê bi ser bikeve. Em bang li jinan û gelên xwe dikin ku piştgiriyê bidin berxwedêran.

Bijî 8'ê Adarê, Jin, Jiyan, Azadî"