Polîsan li Taksimê êrîşî meşa şev a femînîstan kir

Li Taksimê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi hezaran jin ji bo “17’emîn Meşa Şev a Femînîst” li hev civiyan, polîsan bi bombeyên gazê êrîşî jinan kir.

Tevî hemû astengiyan ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi hezaran jin li Taksimê ji bo “17’emîn Meşa Şev a Femînîst’ li hev civiyan û polîsan êrîşî jinan kir. Bi hezaran ji ji seat 19:30’an ve li pêşiya Navenda Çanda Fransî li hev civiyan û di meşê de bi biryar bûn, lê polîsan bi gaza bîberê mudaxeleyî jinan kir. Tevî mudaxleyê jî jin dirûşmeyan berz dikn.

Li dijî êrîşî jinan dirûşmeyên “Em bêdeng nabin, em natirsin, em îtaat nakin” û “Bêdeng nebe, bi bêdengiyê sira wê were te jî” berz dikin û bi çepikan nerazîbûn nîşan didin. Jin li kolanên  Cadeya Îstiklalê belav bûn û çalakiyê didomînin.

Çalakiya jinan belavî kolanên Taksimê bû û çalakî didome.