Li Melboûrne û Sydneyê 8’ê Adarê hate pîrozkirin

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarên Ewûstralya Melboûrne û Sydneyê hate pîrozkirin.

SYDNEY

Li Syndneyê jinên Kurd beşdarî çalakiya 8’ê Adarê bûn û bi dirûşmeya “Leyla Guven rûmeta me ye’ meşiyan.

Li bajarê Ewûstralya Syndenyê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakiyek hate lidarxistin.

Meş li Qada Hyde Park dest pê kir, bi govend û tilîliyan dom kir.

Meşa jinan heta Qada Vîctorîayê dewam kir. Di meşê de jinên Kurd bê navber dirûşmeya “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin. Li aliyê din jinan alên YJA-Star û YPJ’ê jî hildan.

Komîsyona Jinan a NCDK’ê bi fermî ji bo çalakiyê hatibû vexwendin.

MELBOûRNE

Li Melboûrnê jî ji aliyê Yekîtiya Jinên Demokratîk a Kurd ya Vîctorîayê ve ji bo 8’ê Adarê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de stran hatin guhdarkirin û peyama Leyla Guven hate xwendin.