Swîsre li ser piyan bû: Bijî berxwedana me ya jinan!

Ji bo 8'ê Adarê li Swîsreyê li gelek navendan li dijî hişmendiya baviksalarî meşên jinan ên femîst hatin kirin. Jinên Kurd bi rengên xwe tevlî meşan bûn, berxwedana Leyla Guven û hevalên wê slav kirin.

Ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Swîsreyê, li bajarên Cinêv, Basel, Lozan, Bern, Wînterthur û Sîonê meş han kirin. Jinên Kurd bi rengên xwe tevlî meşan bûn, berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda lis er Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slav kirin û banga geşkirina hevgirtina jinan kirin.

Li Cinêvê  jin hatin cem hev û bi dirûşmên, ''jin li dijî pergalê û polîsan in'', ''bijî têkoşîna me ya femînîst'' li dijî hişmendiya zilamserwer, faşîzm, nîjatperestiyê û polîtîkîkayên zayendîparêz meşiyan. Jinan nehiştin ku bi hinceta ewlehiyê polîs pir nêzî jinan bibin.

Di meşê de polîtîkayên zayendîparêz, nîjatperest û faşîst hatin destnîşanirin, hate gotin divê jin li dijî pergalên bi mantiqa baviksalarî bibin yek û têbikoşin.

BASEL

Li Basêlê jî rêxistinên femînîst û koçber ji bo 8'ê Adarê meşek kirin, li dijî pergala zilamserwer banga hevgitirtina jinan kirin. Nêzî 2 hezar jin li Theaterplatzê hatin cem hev û heta bi Reînuferê meşiyan. Dema meşê gelek caran bi zimanên cuda dirûşmên ku bûye sembola têkoşîna jina Kurdan, 'jin, jiyan azadî'' hate qêrîn.

Di meşê de Meclîsa Jinan  Ronahî wêneyên Leyla  Guven û berxwedêrên jin ên di greva birçîbûnê de rakir û bi dirûşmeyan bal kişande ser berxwedana greva birçîbûnê.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin, berxwedana Leyla Guven hate slavkirin, hate gotin divê jinên cîhanê zêdetir li Şoreşa Jinê ya Rojava xwedî derkevin.

LOZAN

Li Lozanê jî meşa şevê ya femînîst li St. Francoîsê dest pê kir, di meşê de bi hezaran jin hazir bûn. Çalakgeran diyar kirin polîtîkayên hikûmetan ji tundiya ser jinê  re dibine destekvan û hate gotin jin li her qadê divê bi nasnameya xwe li ber xwe bidin. 

Di meşê de dirûşm li dijî faşîzmê, pergala baviksalarî hatin qêrîn, ji bo greva giştî ya 14'ê Hezîrane ya li Swîsreyê banga tevlêbûnê hate kirin.

Jinên Kurd bi rengê xwe tevlî meşê bûn, gotin 'jin, jyan, azadî'', wêneyen Leya Guven û jinên di greva birçîbûnê de rakirin, berxwedana jinên Kurd slav kirin. Di axaftinan de berxwedana jinan a li Rojava û gelek deverên din hate destnîşankirin.

Her wiha li Bern, Sîon, Wînterthurê jî jinan 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.