Jinên Efrînî: 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz be

Jinên Efrînî  ku beşdarî meşa girseyî ya 8’ê Adarê bûbûn 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkdar ên Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz kirin û gotin; “Ji bo azadiya Rêber Apo û Efrînê em ê hertim li ser pêya bin.”

Bi hezaran jinên Efrîn û Şehbayê bi coşeke bilind û beweriyek mezin ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşiyan û bi şahiyan 8’ê Adarê pîroz kirin. Jinên ku beşdarî meşê bûyîn ji ANF’ê re axivîn.

Hecer Silêman: Em tu jiyan bê Rêber Apo û Efrînê  jiyan nakin  ji ber wê em ê her tim li qadan û li ser piyan bin û ez bejna xwe li hemberî berxwdaniya Leyle Guven ditwînim ji ber ku berxwdaniya ku Leyla Guven meşandiye îradeya hemû jinên kurd bilind kir her wiha çi ji me werê xwestin em ê pêkîbnin."

Şêrîn Hesen: Bi rihê berxwedana Serdemê  û Leyla Guven em roja jinan a cîhanê li hemû jinan û Serokê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pîroz dikin. 8'ê Adarê roja daketina qadane ji bo ku em dengê xwe  bilind bikin û  ji bo azadiyê û wekheviyeke rast di nav civakê de çêbikin. Weke rêber Apo dibêje ‘ne tenê em ê rojeke dengê xwe bilind bikin em ê her deqe her kêlî asta têkoşîna xwe bilind bikin’ ev têkoşîn ne tenê li ser milê jinê ye li ser zayanda mêr e jî, ji ber  vê em ê bi hev re asta tekoşîna xwe bilind bikin em bighêjin asteke ku jineke azad, zilameke azad.

Mune Birîm: Îro jinên ku di çepera şer de şer dikin ez li wan jî pîroz dikim her wiha Leyla Guven îro roj bo roj li ber xwe dide li wê jî pîroz be.

Esiya Ebdo: Di şerê Efrînê de jin roleke  girîng lîst weke Avesta û Barîn bi tiştê herî biha canê xwe fêdayî axa xwe kiribûn ji ber wê em dizanin ku jin jiyane.

Eyşe Xezne: Em îro bi coşeke pir mezin cenja xwe pîroz dikin, her wiha azadiya serok Apo azadiyê hemû jinan e her wiha bi silaveke germ em Leyla Guven silav dikin.

Fehîme Mıhemed: Bi berxwedana Arîn û Avesta em weke jin me xwe naskir ku jin çiye? her wiha di destpêkê de hemû fikira me winda bûbû lê niha bi fikir û felsefeya Serok Apo me xwe pêşxist.