Ji Yuksekdag peyama 8'ê Adarê

Fîgen Yuksekdag 8'ê Adarê pîroz kir û got, ''Em ê bihara jinan û bihara mirovahiya mezin têra xwe bijîn''.

Hevseroka rehîn a HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji Girtîgeha Tîpa F'yê ya Kandirayê ji bo 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê peyamek da. Peyam li ser hesabê medyaya sosyal a Meclîsa Jinan a HDP'ê, bi vîdeoyê hate parvekirin.

'EM Ê BIHARA JINAN Û MIROVAHIYÊ BIJÎN'

Peyama Yuksekdag wiha ye:

''Ez ji bo jinan jiyaneke ku her roj bi hişmendiya 8'ê Adarê, bi kêfxweşî û berxwedaniya wê were jiyîn hêvî dikim. 8'ê Adarê ya 2019'an ew kêlî ye ku pizot ketiye ser xaka têkoşînê ya gelê me ku  hemû jinên cîhanê, ji Rojava ta Ewropayê, ji Amedê ta Emerîkayê bi yek dengî, bi yek dilî mafdariya dîrokî û rojane ya jinan diqêrin û bi grevê dikin û têdikoşin. Em hêviya xwe qet jê nebirin ku em ê bihara jinan û bihara mirovahiya mezin têra xwe bijîn. Li gel slav û hezkirinê..''