Li Zanîngeha Brukselê li ser jineolojiyê panel hate lidarxistin

Li Zanîngeha ULB a li paytexta Belçîka Brukselê di panela jineolojiyê de ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê banga piştevaniyê hate kirin.

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, koma femînîst a bi navê Circle Feminist li Zanîngeha Azad a Brukselê (ULB) êvara 7'ê Adarê semînerek li ser jineolojiyê organîze kir.

Nêzî 70 xwendekar û endamên tevgerên ciavkî beşdarî panelê bûn.

Endama Komîteya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî di destpêka panelê de axivî û diyar kir ku rewşa heyî encama krîza zîhniyeta netewe-dewletê ye.

Qeredaxî balkişand ser greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven tê kirin ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin û ji bo berxwedêran daxwaza piştevaniyê kir.

Di dewama axaftina xwe de Qeredaxî diyar kir ku ji jinan ji bo azadiya xwe û civakê pir berdêlên giran dane û hîn didin.

Xwendekara Beşa Zanistiya Siyasî ya Zanîngeha ULB'ê Aysel Ariş jî li ser mijara jineolojiyê pêşkêşiyek kir û li ser hin têgînên "qutbûn, hevjiyana azad, îdeolojiya rizgariya jinê û ezmûna tevgera azadiya jinê" rawestiya.

Mamosteya Zanîngeha Emden a Elmanyayê Mechthild Exo jî bal kişand ser destwerdana kûr a jineolojiyê li hember zanistên civakî yên heyî û rexneya jineolojiyê ya li ser zanista civakî nirxand.

Beşdarên panelê her wiha bal kişandin ser nirxên ku bi têkoşîna 40 salan a li Kurdistanê hatine afirandin û diyar kirin, ku şoreş bi Kurdistanê bi sînor nemaye û bi nîqaşên li ser jineolojiyê û konfederalîzma demokratîk derbasî cîhanê dibe.