8’ê Adarê li Rûsyayê hate pîrozkirin

Li Rûsyayê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coşeke mezin hate pîroz kirin.

Li navçeya Mîçûrnîsk a bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê bi pêşengiya jinên Kurd 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi çalakiyekê hate pîroz kirin. Pîrozbahî li Mala Çanda Mîçûrnîskê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Pîrozbahî ji aliyê Meclîsa Jinan a Mîçûrnîsk ve hate organîzekirin. Di pîrozbahiyê de endama meclîsê Sînema Îsa axivî û got; “Jinên Kurd hatine wê aste ku êdî bi îradeya xwe ji bo azadiyê têdikoşin. Greva birçîbûnê ya Parlamenera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven carek din girêdanbûna bi têkoşînê ya îradeya jinen Kurd nîşan da. Bi wesîleya 8’ê Adarê em bang li hemû jinan dikin ku piştgirî bidin çalakiya Leyla Guven û li dijî faşîzma Tirk a li Kurdistanê yekîtiyê ava bikin. Em jinên Kurd ên li Rûsyayê dijîn carek din girêdanbûna xwe ya bi Leyla Guven, çalakgerên Hewlêr, Strasboûrg û girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê didin diyar kirin û piştgiriya çalakiyan dikin.”

Piştî axaftinan hunermend Ferman Patîyev, Rozerîn Dogan û hunermendên xwecihî derketin ser dikê. Jinan li ber stranan bi govendê 8'ê Adarê bi coşeme mezin pîroz kirin.