Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qadan e

Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daketin qadan.

Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daketin qadan.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişloyê çalakiyên 8'ê Adarê didomin. Jinên li bajarên herêma Cizîrê li bajarokê Hîmo yê Qamişloyê li hev civiyan û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin.

Pîrozbahiyê bi dirûşma "Bi pêşengiya Leyla Guven em têkoşînê mezin bikin, bi Rêber Apo re bi rengekî azad bijîn" dest pê kir. Di destpêkê de li nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên beriya niha li ser 8'ê Adarê û têkoşîna jinê kir, hate guhdarîkirin.

Nûnerên Kongreya Star, jinên Suryan û Ereb, her wiha heyeta jinan a Baskî ku hatiye serdana Rojava wê di pîrozbahiyê de biaxivin. Komên ser bi Kevana Zêrîn jî wê hunera xwe pêşkêş bikin.

KOBANÊ

Pîrozbahiyên 8'ê Adarê yên li Herêma Firatê, ji Qada Jina Azad a Kobanê bi meşekê dest pê kir. Jinan pankarta bi nivîsa "Berxwedana jinan rê li ber azadiyê vedike" hildan û bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana jina azad" berê xwe da Qada Şehîd Egîd.

Li qadê wê pîrozbahî dest pê bike û tê payin Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed û nûnerên Kongreya Star biaxivin.

Hunermend û komên ser bi Navenda Çandê ya Baqî Xido di pîrozbahiyê de derketin ser dikê.

ŞEHBA

Pîrozbahiyên 8'ê Adarê yên li Şehbayê jî bi meşekê dest pê kirin, Bi sedan jin li navçeya Ehdasê li ehv civiyan û piştî ku kîlometreyekê meşiyan wê li gundê Meratayê pîrozbahiyê li dar bixin.

Nûnerên Kongreya Star û jinên Ereb ên li Şehbayê wê di çalakiyê de biaxivin. Komên çand û hunerê yên Kevana Zêrîn jî wê hunera xwe pêşkêş bikin.