Jinên ji neteweyên cuda piştgirî dan Leyla Guven

Jinên ji neteweyên cuda yên li Soderhamnê, di pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de mînakek xweş a piştevaniyê nîşan dan.

Komeleya Jinan a Arîn Mîrkan, tevî şaredariyê û komeleyên jinan ên ji Efrîka, Asya û Rojhilata Navîn ên li navçeya Soderhamn a paytexta Swêd Stockholmê, çalakiya 8'ê Adarê lidar xist.

Ji Komeleya Jinan a Arîn Mîrkan Halîme Aldûr li çalakiyê axivî û piştî ku qala têkoşîna jinên kedkar kir, bal kişand ser rewşa dawî ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn.

Aldûr diyar kir, jinên Kurd ên YPJ'î ku li Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer dikin, destanê dinivîsînin û pêşengiyê ji bicihkirina hîmên sîstemeke wekhev û ekolojîk dikin.

Aldûr tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê bi bîr xist û got, "Tecrîd di şexsê Ocalan de li dijî tevahiya gelê Kurd tê kirin. Tecrîd li dijî ziman, çand, nasname û hebûna gelê Kurd e. Leyla Guven li ber vê tecrîdê rabû û pêşengî ji berxwedanekê re kir ku li çar aliyên dinyayê belav bûye. Em; jin bi hêz in û bi hev re dikarin hîn xurtir bibin."

Berfîn Yenîgun jî bang li siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên li Soderhamnê kir ku piştgiriya bi gelê Kurd re xurt bikin û destekê bidin çalakiya Leyla Guven.

Nûnerên rêxistinên jinan jî mafê axaftinê wergirtin û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin gelê Kurd. Ji bo Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê jî peyama piştevaniyê dan.

Jinan piştî semînerê şevek li dar xistin û Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi hev re pîroz kirin.