Li Parîsê 8'ê Adarê: Leyla Guven ji bo me hemûyan li ber xwe dide!

Di pîrozbahiya 8'ê Adarê ya Parîsê de jinên Kurd û jinên ku ji kar hatine avêtin jî hazir bûn. Di pîrozbahiyê de Leyla Guven a ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye hate slavkirin.

Li Parîsê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, ji hêla platforma jinan ve ku ji gelek rêxistinên netewî û navnetewî ya jinan ve pêk tê, hate pîrozkirin.

Li navenda Parîsê, di pîrozbahiyan de ya li Meydana Republîqueyê, jinên ku li erdê xwe dirêj kirin, jinên ku bi tundiya mêran hatine kuştin, temsîl kirin. Di pîrozbahiyan de ku mêran jî îsal dstek dayê, rêxistinên jinan ên ku platform pêk anîn, karkerên ku di grevê de û jinên karkerên paqijiyê jî axivîn.

LEYLA GUVEN HATE SLAVKIRIN

Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Jina Kurd a Fransayê TJK-Parîsê Bêrîvan Firat axivî. Dema ku Firat diaxivivî, Encûmena Tevgera France Insoumîse  Danîelle Sîmonet û Parlamenter Mathîlde Panot û jinên Kurd dowîzên Leyla Guven li dikê hildan. Firat li ser greva birçîbûnê ya  Guven agahî da, got, Guven vê têkoşînê ji bo azadiya hemû jinên cîhanê dike. Firat behsa têkoşîna Kobanê û têkoşîna jinên Kurd kir, jinên enternosyanalîst bi dirûşman jinên Kurd slav kirin.