Şervanên YPJ’ê 8’ê Adarê pîroz kirin

Şervanên YPJ’ê duh li Eyn Îsayê merasîmek li dar xistin û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin.

Duh bi sedan hêzên yekîneyên parastina jin YPJ’ê û şervanên QSD’ê li herêma Firatê navçeya Eyîn Îsa 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi merasîmeke leşkerî pîroz kirin. Di merasîmê de seroka Desteya Rêveber a MSD Îlham Ehmed, fermandarên YPJ’ê Zinarîn Kobanê, Avaşîn Efrîn û Rojda Minbic amade bûn. Di merasîmê de seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, şervanên YPJ’ê û jinên têkoşer pîroz kir û got: “Pêwîst e ji bo afirandina jiyaneke azad em xeta jiyana xwe bikin xeta berxwedan û tekoşînê.”

Îlham gotinên xwe wiha domand: “Di rûpela dîrokê de ev roj rojekî ku di jiyana jinan de nayê ji bîr kirin. Jinên berxwedêr û têkoşer di destpêka dîrokê de ji bo bi destxistina mafê xwe û avakirina wekheviya di navbera her du cinsan de têkoşiyane. Di roja îro de jinên Sûriyeyê hîna ji ber teror û hişmendiya mêrê serdest di nav şer, şîddet û zilmê re derbas dibin. Di nava şerê tê kirin de enerjiyek cidî winda dike. Li hemberî vê, jinan bi têkoşîna xwe di nav civaka Kurd, Ereb, Siryan û Tirkmenan de rêxistina rizgarkirina jinê ji hişmendiya serdest ava kirine. We bi sekna xwe ya berxwedêr di roja îro de rêxistina terorî têk bir. We pêşengtî ji serkeftinên mezin yên di her qada şoreşê de ava bûne re kir. Ev tekoşîna we di rûpela dîrokê de efsane nivîsand.

Her wiha Îlham, anî ziman ku pêwîst e ji bo afirandina jiyaneke azad em xeta jiyana xwe bikin xeta berxwedan û tekoşînê û wiha berdewam kir: “Ji bo wê pêwîst e em terorê bi dawî bikin, lê ne tenê terora ku bi çeteyên DAIŞ’ê tê naskirin, berovajî em terora ku bingeha xwe ji pergala baviksalarî digire nas bikin, da ku em bikaribin di jiyana xwe de xeta berxwedanê misoger bikin. Em îro bi sekna we ya pîroz gav bi gav ber bi azadiyê ve diçin, ji ber we, bi têkoşîna xwe jin rizgar kirin. Ceribandina ku we di vê warî de girtî tenê di perçeyekî biçûk de namîne, wê belavî tevahî Rojhilata Navîn bibe. Wê ev ceribandin bibe ya hemû jinên cîhanê ku îro bi serkeftinên we serbilind in.”

Di dawî de Îlham Ehmed, 8’ê Adarê li hemû jinên berxwedêr, xwediyê fikra azad û hemû şervanên ku di çeperan de li ber xwe didin pîroz kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em li ser wê bingehê soz didin, em ê tekoşîna xwe bimeşînin û li ber xwe bidin. Daxwaza serkeftinê ji we dikim.”

Piştî merasîm bi dawî bû gul, li şervanan hatin belavkirin û pîrozbahî bi şahiya şervanan amade kiribû berdewam kir.