Çalakiyên 8'ê Adarê didomin

Jinan bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê gelek çalakî li dar xistin û bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven.

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi dirûşma "Berxwedana jinê azad dike" di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de meşek hate lidarxistin. Jinên Kurd, Elman û ji gelek gelên cuda tevlî çalakiyê bûn. Çalakgeran bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di şexsê Leyla Guven de berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.

Çalakgerên jin ji ber DGB Hausê heta avahiya Şaredariya Dusseldorfê bi qîrîna dirûşmên "Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd bi dawî bibe", "Bijî têkoşîna me ya azadiya jinê", "Bijî xwişk û biratiya gelan", "Bibe dengê berxwedanê", "Jin wê bi ser bikevin", "Jin, jiyan, azadî" meşiyan.

Berdevka Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) Yildiz Fîlmcî di mîtîngê de axivî û bang li Kurdan hemûyan bi taybetî jî jinan kir ku ji bo serketina berxwedana grevên birçîbûnê hîn bi xurtî xwedî li vê berxwedanê derkevin.

Di dema çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.

BREMEN

Li bajarê Bremenê yê Elmanyayê bi wesîleya 8'ê Adarê meşek hate lidarxistin. Çalakger ji Siegen Marktplaztê dest bi meşê kirin û li Domshofê mîtîngek pêk anîn. Rêxistina Jinan a 8'ê adarê (Îran-Efganistan), Meclîsa Jinên Kurd Sêvê e.V., Cesareta Meclîsa Jinê, MLPD; Komeleyên Elewiyan ên Çep, Jinên Êzidî û Komîteya Jinan a Sor piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de peyamên Meclîsa Jinê ya Bremenê ya Sêvê û KJK'ê hatin xwendin. Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

SENDEN

Bi wesîleya 8'ê Adarê li bajarê Senden ê Elmanyayê çalakiyek hate lidarxistin.

Nûnera Civaka Elman a Katolîk Ursula Rottger, endama Enstîtuya Kurd a Dusseldorfê A. Avesta Aydin, ji Rêxistina Sîwanê ya Meclîsa Jinên Êzidî Çîçek Yildiz weke qiseker beşdarî çalakiyê bûn.

Rottger diyar kir, dema ku jin bi hev re bixebitin ev yek wê xizmetê ji azadiya jinê re bike.

Rottger bal kişand ser aliyê xurt ê jinên Kurd ên li Sendenê û got, "Divê em vê piştgiriyê xurt bikin."

Ji Enstîtuya Kurd a Dusseldorfê A. Avesta Aydin jî bi kurtasî qala dîroka jinan a cîhanê kir û dîroka jinên Kurd vegot.

Aydin bi bîr xist ku raya giştî ya Ewropayê heyranê têkoşîna jinên Kurd a li Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye, lê belê li pêşberî grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya jinên Kurd tên kirin, bêdeng e. Aydin destnîşan kir ku ev nêzîkatî paradoks e.

Aydin got, "Di demekê de ku saziyên me yên xizmetê ji çand û zimanê Kurdî re dikin tên girtin, divê jinên Ewropayê bêdeng nemînin û helwestê nîşan bidin."

Ji Rêxistina Sîwanî ya Meclîsa Jinên Êzidî Çîçek Yildiz jî anî ziman ku jinên Êzidî yên piştî êşên giran li gelek welatên Ewropayê belav bûn, li Elmanyayê meclîsên xwe ava kirin û têkoşîna xwe ya ji bo nasnameyê li vir jî domandin.

Di çalakiyê de Aya Jîjo, Diyar, koma muzîkê ya Meclîsa Jinan a Munsterê, koma govendê ya Arîn Mîrkan hunera xwe pêşkêş kirin.

MELBOURNE

Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Yekîtiya Jinên Demokratîk ên Kurd ên Victoria çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û işaret bi berxwedana grevên birçîbûnê hate kirin ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tenduristî, ewlekarî û azadiya Ocalan tê kirin.

Di çalakiyê de piştî nîşandana slaytê, peyama Guven hate xwendin.