Hemo: 8'ê Adarê sembola berxwedana jinan e

Hevseroka Kantona Efrînê Şîraz Hemo, 8'ê Adarê li jinên berxwedêr pîroz kir û got, "Jin di vê pêvajoya dîrokî de careke din bi rola xwe rabûn. 8'ê Adarê sembola berxwedana jinan e."

Hevseroka Kantona Efrînê Şîraz Hemo, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF'ê re axivî. Hemo 8'ê Adarê li jinan hemûyan bi taybetî li jinên Kurd pîroz kir û got, wê bi ruhê berxwedanê yê Leyla Guven têkoşînê mezin bikin. Hemo anî ziman, jin pêşengiyê ji vê pêvajoya dîrokî re dikin û got, "Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê bi rengekî mezin li ber xwe didin. Kes nikare li ber vê bawerî û berxwedanê bisekine. Piştî Leyla Guven bi sedan kesî dest bi greva birçîbûnê kirin."

Hemo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nirxand û got, "Jinan careke din di vê pêvajoya dîrokî de rola ku dikeve ser milê xwe bi cih anîn. Jin ji xwe dibistaneke berxwedanê ye. 8'ê Adarê sembola berxwedana jinan e. Em ê jî li ser şopa şehîdên xwe bin ku doza jinan parastin.

Îsal divê em li Rojhilata Navîn yekîtiya jinan pêk bînin. Ji ber ku hîn jî jin tên qirkirin. Sîstem dixwaze rola pêşengiyê ya jinan a li nava civakê, siyasetê û aboriyê ji holê rake. Berxwedana Leyla Guven berxwedana li dijî qirkirina jinê ye. Ez careke din 8'ê Adarê li berxwedêrên jin hemûyan pîroz dikim. Em ê bi ruhê berxwedanê yê Leyla Guven têkoşîna xwe mezin bikin."