8'ê Adarê li Adigeyê hate pîrozkirin

Jinên ku li Adigeyê 8'ê Adarê pîroz kirin, silav dan berxwedêrên greva birçîbûnê.

Li Komara Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, Organîzasyona Jinên Kurd a Adigeyê-Bêrîtan çalakiya 8'ê Adarê organîze kir û gelek jinên ji herêmên cuda tevlî bûn.

Hevseroka Komeleya Çanda Kurd a Adigeyê Sînem Broyeva li çalakiyê axivî û diyar kir, ew piştgiriyê didin grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdê tên kirin.

Broyeva got, "Divê em hemû xwedî li grevên birçîbûnê derkevin û ji bo serketina vê têkoşînê bêhtir bixebitin."

Broyeva bêdengiya Yekîtiya Ewropa û hêzên navneteweyî ya li pêşberî çalakiyê şermezar kir û got, "Gelê Kurd wê bi îradeya xwe vê têkoşîna xwe ya mafdar bi ser bixîne. Bi serketina vê têkoşînê re wê aştî û aramî bê Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn."

Piştî axaftinan Berfîn Mamedova, Barî Yûsûbov û Koma Sêbira hunera xwe pêşkêş kirin û jinan govend gerandin.