Li Amedê Leyla  Guven û jinên Rojava hatin slavkirin

Li Amedê jin di mîtînga 8'ê Adare de hatin cem hev. Di mîtîngê de Leyla Guven û jinên Rojava hatin slavkirin û hate gotin,''Li gel hemû êrîşan jî em li vir in''.

Mîtînga 8'ê Adarê ya Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ya li Amedê, li Qada 5'ê Hezîranê ya Demokrasiyê (Stesyonê) bi dirûşma ''Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin, jin di grevê de ne'' hate hazirkirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û Parlamentera HDP'ê ya Agirî Dîlan Dirayet Taşdemîr axivî. Taşdemîr got 8'ê Adarê bi berxwedana jinan heta bi îro gihaştiye, 8'ê Adaryê ya jinên ku li girtîgehan û li qadan li ber xwe didin slav kir. Taşdemîr got di pêvajoyên wiha de ku faşîzm û êrîş zêde dibin, jinek derikeve holê û hemû jin van pêvajoyên wiha ronî dikin.

'LEYLA RÊYA ME RONÎ DIKE'

Taşdemîr got, ''Niha jî li dijî faşîzmê jinek derdikeve û pêvajoyê ronî dike. Ew jin Leyla Guven e. Leyla Guven ev 121 roj in rêya me ronî dike û pêşengiya berxwedanê dike. Leyla dizane bê ka tecrîd tê çi maneyê. Tecrîd kaos û zext e. Ev jî zêde bandorê li jinê dike. Heta ku tecrîd bi dawî nebe kesek ne azad e. Heta ku tecrîd bişike em ê berxwedanê geş bikin.

'SLAV LI JINÊN ROJAVA'

2015'an dema pêvajoya muzakereyê Rêzdar Ocalan got, ''Heta ku li ser vê masê jin nebe azadî jî naye, aştî jî naye''. Ji ber ku misyona jinê tê zanîn, tecrîda li ser jinê tê girankirin. Leyla Guven balê dikişîne ser vê û bang li hemû jinan dike ku li ber xwe bidin. Leyla Guven dibêje, ev dewlet sûc dike û hiqûqê sazkar nake. Em jî dibêjin, li gorî yasayên xwe biçin û vê tecrîdê bidawî bikin. 8'ê Adarê roja  berxwedanê ye.''

Taşdemîr got li Rojava bi pêşengiya jinê jiyaneke nû tê avakirin, tekoşîna jinên li Rojava ya li dijî hişmendiya DAÎŞ'ê bûye mînak û got, hişmendiya DAÎŞ'ê niha li her deverê ye, AKP-MHP ne tenê dijminê Kurdan, di serî de dijminê jian e. Taşdemîr got 31'ê Adarê ew ê qeyûman û pêşengên vê hişmendiyê ji Kurdistanê biqewirînin.

Taşdemîr her wiha got, yê ku divê ji ser van xakan biçe Erdogan e û xaka ku li ser dijîn jî Kurdistan e.

PEYAMA LEYLA GUVEN

Taşdemîr peyama Hevseroka KCD'ê Leyla Guven xwend, ku Guven ev 121 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Peyma Guven wiha ye:
''Slav ji we re gelî jinan, em ketin heftiya 8'ê Adarê. Ez 8'ê Adarê, roja berxwedanê ya hemû jinên cîhanê û ya we pîroz dikim. Ez bawer dikim; her 8'ê Adara nû, wê mizgîniya rojên azadtir ji me re bîne. 8'ê Adaran, em ê daxwazên jinan, ango daxwazên civakê biqêrin. Her roj em ê berxwedanê geştir bikin, têkoşînê geştir bikin, em ê maf, hiqûq û azadiya jinê ya di nav civakê de hildin asta jor.''

'TECRÎD HERÎ ZÊDE ZERARÊ DIDE JINAN'

Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Ûyanik di destpêka axaftina xwe de silav da Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan û got, "Tecrîd herî zêde zerarê dide jinan. Bi polîtîkayên qeyûm re zexteke giran li jinan hate kirin. Lê belê jin wê 31'ê Adarê bersiva pêwîst bidin qeyûm. Em jin, di pêvajoyeke dîrokî de ne. Tevî her tiştî jî jin bêdeng nabin, li ber xwe didin. Li gel zor û zehmetiyên wê, em di pêvajoyeke berxwedanê de ne."

Ûyanik diyar kir, çawa ku darbeya sala 1980'î ji aliyê jinan ve hate têkbirin, ev pêvajo jî wê bi berxwedana jinan bê têkbirin û got, "Jin di grevê de ne. Bê rawestan em jiyanê diparêzin."

'LI DIJÎ HER ŞÊWE ÊRÎŞAN EM LI VIR IN'

Ûyanik anî ziman, hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adarê ji bo wan jinan gelekî girîng e û got, "Ji ber ku karê destpêkê yê qeyûman êrîşa li dijî karê jinan bû. Lê ji bo me her kolan, her tax qada têkoşînê ye. Saziyên me girtibin jî nekarîn pêşî li zîhniyeta me bigirin. Em dîsa bi hêviyê, bi helbestê li ber xwe didin. Em soz didin we, em ê mohra xwe li binê karên girîng deynin. Yên ku dibêjin wê qeyûman tayîn bikin bila ji bîr nekin; em ê wê meqamê ji Gultan Kişanak dewr bigirin, ne ji qeyûman. Mîna Gultan Kişanak em ê jî li ber xwe bidin. 1'ê Nîsanê em ê bi jinan re şaredariyan vekin û radestî xwediyên wan ên rastî bikin."

KESK: JI BERXWEDANA JINAN DITIRSIN

Berdevka Jinan a KESK'ê Gulîstan Atasoy jî Leyla Guven a ji bo aştiyê bedena xwe daniye ber birçîbûnê û jin hemû silav kir.

Atasoy diyar kir, li devereke ku mêr serdest be aştî nayê û got, "Hevala me ya Sekretera Kedkarên Buroyê berî demekê bi awayekî nehiqûqî destgîr kirin. Em vê zîhniyeta ku nikare xwe li 8'ê Adarê jî rabigire şermezar dikin. Em ê bi hevala xwe Banû û bi jinan hemûyan re bin. Em baş zanin bê çima vê dikin. Ji berxwedana jinan ditirsin."

Atasoy anî ziman, li dijî zext û zordariyê wê ala aştî û azadiyê ti carî danînin xwarê û got, "Em ê ji bo paşeroja xwe ya azad li ber xwe bidin. Bijî têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan. Em hebûn, em hene, em ê hebin."

Piştî axaftina Atasoy, hunermend Nûrcan Degîrmencî, Devrîm Demîr û Civata Rîtmê ya Sûrê hunera xwe pêşkêş kirin. Mîtîng bi stranên hunermendan bi dawî bû.