JIN
Hemû Nûçe
-
KJK'ê ji bo Habîbe Çîftçî peyama sersaxiyê weşand
KJK'ê ji bo Habîbe Çîftçî ku ji ber kanserê jiyana xwe ji dest da peyamek weşand û diyar kir, "Ji ber wefata Habîbe Çîftçî em sersaxiyê ji vê malbatê û hevalên xwe yên gerîla yên ji vê malbatê re sersaxiyê dixwazin." -
Berdêla salane ya sinetkirina jinê
Neteweyên Yekbûyî ragihand, ji bo tedawiya pirsgirêkên tenduristiyê yên ji ber sinetkirina jinê rû dan, salane 1.4 milyar dolar hatin xerckirin. -
Dayikên Şemiyê: Cenazeyê Maksût Tepelî li ku ye?
Dayikên Şemiyê ji bo Mamoste Maksût Tepelî yê 5’ê Sibata 1984’an dema destgîrkirî bi êşkenceyê hate qetilkirin û ev 36 sal in cenazeyê wî nehatî dîtin, hatin ba hev. -
‘Li hemberî şîddeta dewlet û mêran divê em têkoşîna xwe geştir bikin'
Çalakgera TJA’yê Xatûn Yildiz bal kişand ser şîddeta li ser jinan û got “Divê em têkiliyê bi hemû jinan re deynin û têkoşînê geş bikin.” -
KJK: Jin divê xwe li dijî sîstema faşîst-mêr bi rêxistin bikin
Koordînasyona KJK'ê bal kişand ser zêdebûna tundî, kuştin, destavêtin û revandina jinê û bang li jinana hemûyan kir ku li dijî sîstema faşîst-mêr xwe bi rêxistin bikin û biparêzin. -
Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Yolerî hate berdan
Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî piştî îfadeya wê hate girtin û şûnde hate berdan. -
Sinetkirina jinan: Li Ewropayê jî metirsî heye
Di serî de li parzemîna Efrîkayê, li gelek welatan herî kêm 200 milyon jin qurbanê hovîtiya sinetê ne. Her wiha jin û keçên koçber ên li welatên Ewropayê jî li gel cezayên girtîgehê û pereyan jî dibin qurbanê vê hovîtiyê. -
Encamnameya Civîna 3'emîn a Jinan hate eşkerekirin
Encamnameya Civîna 3'emîn a Jinan a TJA'yê hate eşkerekirin. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna li dijî tecrîdê wezîfeya bingehîn e. -
Ertaş: Dewlet ji rêxistinbûna jinê ditirse
Endama Platforma Jinan Cansû Ertaş diyar kir, ku dewlet ji rêxistinbûna jinê ditirse û got, wê jinan li hev kom bikin û têkoşîneke xurtir ava bikin. -
Dadgeh: Qedexeya derketina derveyî welat a Guven bi pîvan e!
Danîşîna doza Hevseroka KCD Leyla Guven pêk hat. Dadgehê qedexeya derketina derveyî welat û şertê kontrola edlî nerakir. -
Dayika Emetûllah rehmet kir
Dayika Emetûllah Guzel a 85 salî ya di refên pêş ên têkoşîna demokrasiyê de cih digirt, rehmet kir. -
Taşdemîr: Li Kurdistanê li dijî jinê polîtîkayên taybet ketine dewrê
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir, bi desthilatdariya AKP'ê re tundiya li jinê gihîştiye asta herî bilind û got, bi taybetî li Kurdistanê li dijî jinê polîtakayên taybet ketine dewrê. -
Abdullah: Heta ku dagirkerî bidome aşitî pêk nayê
Endama Koordînasyona Kongreya Star Asaya Abdullah wiha got; “Heta ku êrîşên dagirkeriyê bidome li Sûriyeyê aşitî pêk nayê.” Abdullah bang li hêzên alîgirên çareseriyê jî kir. -
Girtiyên ji doza PAJK'ê: Sedema mirina Bakir pergala nêrza ye
Girtiyên ji doza PAJK'ê bi peyamekê ragihand, ku sedema xwekuştina Nûrcan Bakir a li zindanê pergala nêrza ye û destnîşan kir, ku sedem çi dibe bila bibe ew rast nabînin ku dîleke azadiyê dawî li jiyana xwe bîne. -
Di Çileyê de herî kêm 27 jin hatin qetilkirin
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) diyar kir ku di meha Çileyê de herî kêm 27 jin ji aliyê mêran hatine qetilkirin. -
Li dijî kuştina jinan li Atînayê meş hate lidarxistin
Li Atînayê bi sedan jinan qetilkirina penabera Kurd Evîn Ekrem Alî şermezar kirin. -
TJA’yê berdevka xwe ya vê serdemê hilbijart
Tevgera Jinên Azad (TJA) di Kombûna Jinan a 3’emîn de ya li Amedê Ayşe Gokkan ji bo berdevkiya serdemê hilbijart. -
TJK-E'yê kuştina jina Kurd li Lavrîoyê şermezar kir
Rêveberiya TJK-E'yê kuştina jineke Kurd a Rojavayî li bajarê Lavrîoyê yê Yewnanistanê ji aliyê hevserê xwe ve bi tundî şermezar kir. -
'Hêz, ruh û gotina me yek e; ew jî têkoşîn e'
Aktîvîstên TJA'yê Ayşe Gokkan, Zeynep Uren û Fîgen Ektî bal kişandin serin êrişên dewletê yên li dijî destketiyên jinan û gotin, li dijî êrişan wê têkoşînê xurt bikin û hesab ji kujeran û sûcdaran bipirsin. -
Dayikên Şemiyê ji bo Taniş û Denîz hatin ba hev
Dayikên Şemiyê ji bo Serokê HADEP’ê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebûbekir Denîz ên sala 2001’ê yên ji bo Fermandariya Jendermeyan a Silopyayê hatin vexwendin û êdî ti agahiyek jê nehatin girtin, hatin ba hev. -
Jina berxwedêr Barîn Kobanê
Şervana YPJ’ê Barîn Kobanê a di berxwedana Serdemê ya 20’ê Çileya 2018’an a li Efrînê de bi lehengî li ber xwe dabû, bi çalakiyeke fedayî biryardariyeke mezin a serketinê raber kir. -
PAJK’ê Viyan Caf bibîr anî: Biryardariya wê bi ser dixe
PAJK’ê di salvegera şehîdbûnê de Viyan Caf bibîr anî û got: “Sedema çalakiya hevrê Viyan ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û dîsa hestyarbûna dost û hevrêyan a li dijî tecrîdê bû.” -
Konferansa TJA’yê: Li hemberî tecrîdê em ê li ser pêyan bin
Konferansa TJA’yê ya bi şîara ‘Em jin in, ji bo azadiya xwe hene! Em ji bo guherandinê li ser pêyan bin’ dest pê kir. Di konferansê de peyama ‘Li hemberî tecrîdê em ê li her derê li ser pêyan bin’ hate dayîn. -
Aktivîsta TJA’yê Aşkan destgîrkirin
Aktivîsta TJA’yê Leyla Aşkan li ketina Tetwanê de hate destgîrkirin. -
Nûrcan Bakir li Kolnê hate bibîranîn
Nûrcan Bakir (Zelal) ku li Girîtegeha Bûrhaniye ya Balikesîrê di encama çalakiyekê de şehîd bû, li bajarê Elmanya Kolnê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hate bibîranîn.